Li gorî nûçeya Reutersê, Serokê MÎT a Tirkiyeyê Hakan Fîdan dawiya meha Tebaxê li Şamê hevdîtin bi serokê istixbarata Sûriye Elî Memlûk re pêk aniye.
Fîdan di 11’ê Îlonê de li Bexdayê ji aliyê serokên Sunnî Xemîs Xançer, Serokwezîr Mustefa El-Kazimî û Serokkomar Berhem Salih ve jî hatibû pêşwazîkirin û gelek parlamenteran nerazîbûn nîşanî van hevdîtinan dabûn.
Reutersê li ser çavkaniyên du berpirsên Tirkiyeyê û çavkaniyeke girêdayî Şamê nivîsiye ku Fîdan vê carê bi Serokê Îstixbarata Sûriyê Elî Memlûk re hevdîtin kiriye. Hat diyarkirin ku Rûsyayê navbênkariya hevdîtinê kiriye.
Malpera Fransî Intelligence Online ku nûçeyên îstixbaratî diweşîne herî dawî ragihandibû ku roja Çarşemê 7’ê Îlonê li Moskova paytexta Rûsyayê di navbera Hakan Fîdan û Elî Memlûk de hevdîtinek pêk hatiye.
Hêjayî gotinê ye ku Rûsyayê bi şerê li dijî Ukraynayê mijûl e û di dema dawî de li hemberî êrîşên artêşa Ukraynayê gav bi paş de avêtine. Lewre ew dixwaze serê xwe ji mijara Sûriyeyê hinekî rihet bike û navbênkariya nêzîkatî û hevdîtinên di navbera Şam û Enqereyê de dike.
Her wiha hêjayî bibîrxistinê ye serokkomarê dewleta tirk Tayip Erdogan der barê hewldanên nêzîkatî û hevdîtinên bi rejîma Esed re wiha gotibû: “Piştî demekê ez diçim Semerqendê û tev li Lûtkeya Rêxistina Hevkariya Shanghai bibin, xwezî Beşar Esed jî bikaribûya tev li wê civînê bibe, me dikaribû li wir hevdîtinê bikin.” Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de wiha gotiye: “ Min ê ji Esed re gotibaya serhişikiyan neke, heke tu serhişikiyan bikî welatê te parçe dibe.”