8 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Misogeriya ti tiştî tune ye’

Rêveberiya Tevgerê bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan mekanîzmaya paşvekişandina gerîlayan a ji Tirkiyeyê daye destpêkirin. 25 gerîlayên ku ji Tirkiye û Bakur vekişiyan jî li daxuyaniyê amade bûn.

Piştî daxuyaniyê hem ji aliyê rayedarên desthilatê hem jî ji aliyê hevserokên DEM Partiyê ve daxuyanî hatin dayîn. Rayedarên desthilatê destnîşan kir ku êdî pêvajo derbasî asteke din bû. Lê dîsa pêvajo wekî “Tirkiyeya Bêteror”  bi nav kir. Rayedarên destihlatê div ê gotinê de israr dikin. Ew bi israr nabêjin ku ew ê meseleya kurdî çareser bikin. Hevserokên DEM Partiyê jî anî ziman ku pêvajo derbasî merheleyeke nû bûye. Merheleya nû jî wekî ‘merheleya duyemîn’ bi nav kir. Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna xwe ya li Qersê de wiha got: “Di vê qonaxê de, qonaxa yekemîn a pêvajoyê bi dawî bû. Piştî biryarên kongreyê, şewitandina çekan û temamkirina vekişînê, rûpeleke nû vebû. Niha, dem hatiye ku em li benda çareseriyê nemînin, em çîroka xwe bixwe binivîsin. Dem hatiye ku em derbasî qonaxa duyemîn a hîn krîtîktir û girîngtir bibin û bi gavên qanûnî û siyasî aştiya civakî bi dest bixin.”

Di van hevokan de behsa qodên merhaleya duyem jî tê kirin. Li gorî vê divê di qonaxa duyemîn de bi gavên hiqûqî û siyasî aştiya civakî bê bipêşxistin. Mixabin desthilat hê jî baş ne di vê ferasetê de ye. Serokê meclisê û komîsyona li meclisê Numan Kurtulmuş her çiqas paşvekişandina gerîlayan wekî geşedaneke girîng binirxîne jî, dîsa mijarê hewaleyî hêzên ewlehî û îstixbaratê dike. Wisa xuya ye ku meclis yekeyek naxwaze berpirsiyariyê bigire ser xwe.

Tevgera Azadiyê ji bo pêşiya provakasyonan bigire, biryara paşvekişandinê dixe meriyetê lê desthilat hê jî mijarê di çarçoveya ewlehî û îstixbaratê de digire dest. Rastiyek heye ku bi hêzên ewlehî û îstixbaratê pêşketin çênabe. Mijareke ku hêzên leşkerî û îstixbarî di nav de bin her tim îxtimala xerabûnê heye.

Paşvekişandin ji du aliyan ve girîng bû. Yekemîn, ji bo pêşiya provakasyonan were girtin. Di daxuyaniyê de tê ziman ku ji bo rîska pevçûn û şer ji holê rabe ev gav hatiye avêtin. Duyemîn, ji bo pêşiya çareseriyê bê vekirin. Ev demek e pêvajo li ber xitimandinê bû. Tevgera Azadiyê ji bo lezê bide pêvajoyê ev gav avêt. Rêberê gelê kurd birêz Abdullah Ocalan ji sih salî zêdetir e ku li çareseriya demokratîk digere. Ev gavavêtin û israr jî nîşaneya vê xwestekê ye.

Li gorî daxuyaniyên desthilatê hemû tişt li gorî hesabên hatine kirin dimeşe. Lê di rastiyê de rewşa xuya dike ne wisa ye. Rastiya aliyekî nayê dîtin. Qeyrana li Rojhilata Navîn hê jî her diçe kûrtir dibe. Her kêlî hesabên tên kirin diguherin. Li nav Tirkiyê bixwe jî qeyrana siyasî û aborî kûrtir dibe. Desthilat her çiqas bêje ‘daraz serbixwe ye’  jî nikare raya giştî îqna bike ku operasyonên li ser şaredariyên CHPê hiqûqî ne. Ev operasyon bertekên li hemberî pêvajoyê jî mezintir dikin. Li aliyê din jî lêgerînên Tirkiyê yê standina çek, cebilxane û balafirên şer baweriya bi pêvajoyê kêm dikin. Her wiha 3 salan dirêjkirina tezekereya şandina leşkeran a ji bo derveyî sînor jî pêvajoyê ji provakasyonan re vekirî dihêle. Hêj gelek sedemên din jî dikarin lê werin zêdekirin.

Desthilat her roja ku zagonên hiqûqî dernaxe û di hin rêziknameyan de guhertinan pêk nayne, pêvajoyê ji provakasyonan re vekirî dihêle. Bi hevdîtinên li pişt deriyan û hevdîtinên bi birêz Abdullah Ocalan ên sînorkirî re êdî pêvajo nayê meşandin. Karakterê çareseriya pirsgirêkên bi vî rengî li gorî merhaleyan diguhere. Heya niha meşandina bi awayê veşarî dibe ku hewce bû. Lê êdî divê zemîna rewa were avakirin. Aliyê kurdan ev zemîn rewa çêkiriye. Gelê Kurd gavên şênber davêjin. Lê desthilat hê jî pêşiya rewabûna pêvajoyê bi tevahî venekiriye. Dixwaze demê dirêj bike. Ev jî pêvajoyê dixe xetereyê. Heya niha gelek gavên erênî hatin avêtin ji aliyê kurdan ve, lê her kêliya ku desthilat gav navêje xetere mezintir dibe. Lewma misogeriya ti tiştî tune ye ku bi vî awayî pêvajo bimeşe. Ji bo mîsogeriyê, divê zagon bên guhertin û mafê kurdan ên hatine înkarkirin, bi zagonan bên têkuzkirin. Bi zagonan bên parastin. Nexwe dê mîsogeriya tu tiştî nebe.