12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Misirê dîsa navbênkariya Israîl û Filistînê dike

Piştî binpêkirina agirbesta di navbera Hemas û Israîlê de, dîsa şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de dest pê kir. Herdu alî di mijara betalkirina agirbestê de hev tewanbar dikin.

Ji bo navbênkariya herdu aliyan bike, tê gotin ku Misrê 2 heyetên cuda wê bişîne Televîv û Xezayê. Misrê bang li hikûmeta Israîl û rêxistina Hemasê kir ku demlidest şer rawestînin û li gorî agirbesta heyî tevbigerin.

Misrê ji Israîlê xwest ku êrîşên xwe rawestîne û bang li rêxistinên filistînî jî kir ku fûzeyan navêjin da ku agirbest neyên binpêkirin.

Ji aliyekî din ve hikûmeta Misrê bang li Israîlê kir ku rewşa girtiyên filistînî baş bike û ambargoya li sr Xezayê rake, da ku bikaribe xurek û alavên pêwist derbasî Xezayê bibin.

Israîlê bersiva Misrê da û hate û tê de wiha gotiye: “ Heke fûzeyan navêjin me em dê êrîşan rawestînin lê heke fûze werin em ê bersiva wan bidin”

Wekî tê zanîn balafirên Israîlê ji 7’ê îlona borî de êrîşên xwe rawestandibûn lê di van rojên dawî de li gorî dezgehên ragihandinê yên Israîlê, piştî ku rêxistinên Filistînê fûze avêtin dîsa bi balafiran bersiv dabû êrîşan.

Di sala 2021’ê de di encama êrîşên Israîlê de 250 filistînî hatibûn kuştin û binesaziyan gelek deverên ku di bin serweriya Hemasê de ye hatibû xerakirin.  Lewre jî bi navbênkariya hikûmeta Misrê di 12’ê gulana 2021’ê agirbestek di navbera Israîl û Filistînê de hatibû îlankirin.