Wezareta Karên Derve ya Misirê ji ber geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê, bi taybetî rageşiya li Helebê îro daxuyaniyek weşand. Wezaretê banga kêmkirina rageşiyê li Sûriyeyê û aştî û diyalogê kir.
Herwiha fikarên xwe ji ber pevçûnan, kiryarên tundî û tirsandina sivîlan anîn ziman û hişyarî da ku ev rewş dê bandorên xeternak bi xwe re bîne ku dê gefê li ewlehî û îstiqrara Sûriyeyê bixwe.
Di daxuyaniyê de îşaret bi girîngiya kêmkirina rageşiyê, rawestandina diyardeyên tundiyê, parastina sivîlan, ewlehî û yekparbûna axa Sûriyeyê hat kirin. Herwiha hat destnîşankirin ku çareseriya daîmî ya aloziya Sûriyeyê di proseyeke siyasî ya giştî ya li ser esasê diyalogan, rêzdariya li hemberî berjewendiyên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê di çarçoveya dewleteke nîştimanî û saziyên wê de ye.
