Zimanê Dê, nasnama me ye. Hebûn û rastîya jiyana me ye. Pergela xweafirandin û navnîşana netewî ye. Ew paleta dinyayê ye ku rengan dide jiyanê û balkêştir dike. Berî her tiştî, mafê me yê wekhev ji bo jiyan û afirandinê li vê dinyayê hatiye dayîn. Em çiqas wî mafî bi kar tînin pirsek din e. Her kes bi mafê afirandina biyografiya yekta ji dayik dibe.
Em bi rastî jî wek mirovan hema hema ji hev cuda ne. Lê her kes karekterek û mîrasek distîne. Û zimanê zikmakî ji bo her kesî dibe karteke karsaziyê. Maf û daxwaza her kesî heye ku bêyî jibîrkirina zimanê zikmakî li çend zimanan xwedî derkeve. Zimanê zikmakî navgîneke zindî ya parastina netewî ye. Wek ku dibêjin hûn diya xwe ji ser hişê xwe derxin jî hûn ê zimanê dayika xwe ji bîr nekin.
Bi sedsalan e, nifşan ji bo parastina zimanê xwe yê zikmakî xwîn rijandine. Şer dest pê kirine heta ku gihîştine roja me. Ziman dewlemend, xweş, rengîn û watedar in. Rêyek ji bo îfadekirina raman û hestên me, rêyek ji bo vegotina xewnên me.
Di hawîrdora civaka şaristanî de bikaranîna azad û serbixwe ya zimanê zikmakî tê qebûlkirin. Mixabin rastiya me jî rewşeke din belge dike. Bikaranîna zimanê me yê zikmakî Hê jî qedexe ye.
Dibêjin tu çiqas zimanan bizanibî, ewqasî mirov î. Ew bi rastî ye. Ziman çavkaniya depoyeke mezin a zanînê ye. Ragihandina bi mirovan re bi zimanê wan asoyên me dewlemendtir dike û dihêle ku em kevneşopiyên neteweya diyarkirî xeyal bikin.
Zimanê zikmakî bi salan hatiye safîkirin û hin guhertinên zaravayî jî derbas bûye. Zimanê me pir dewlemend e. Çend zaravayan hene. Ev di nav derdorên giştî de mijarek hinekî nakokî tê dîtin. Hinek îdia dikin ku ew bûye zengila parçebûn û veqetînê. Lê, gelek kes wê wek xezîneyek neteweyî dihesibînin. Eger mirov bi zimanê dayika xwe bizane, ev tê wê wateyê ku ji dîroka welat û gelê xwe jî agahdar e.
Her wiha ez girîngiyê didim ku mirov bi zimanên cuda jî bikaribe pirsgirêkên xwe nîqaş bike û bîne ziman. Karibe peyama xwe parve bike.
Zimanê dayikê portre û standarda neteweyî ye. Dibe ku gelek kes zêde girîngiyê nadin zanîna zimanê zikmakî. Ferq nakin ku ev jî meseleya xwe erêkirinê ye. Çiqas hewil didin înkar bikin jî, ev rastiyek e ku ji roja jidayikbûnê ve ji her kesî re tê dayîn. Ew yek ji girîngtirîn nirx e ku di salên jiyana mirov de her tim di jiyana mirov de heye û nayê jêbirin. Ew di binhişê mirov de ye…
Roja parastina Zimanê Dê li hemûyan pîroz be! Û ji bo her kesî bibe mîrasa neteweyî!