Ên ku Umberto Eco xwendibin, dizanin ku her pirtûkek wî çawa derya û arşîvek bêser û ber e. Jixwe ji romanên wî re jî “Eco – Roman” tê gotin. Ew bi serê xwe ekolek e. Lê li vir em ê tenê hevokek wî ya ji Pandula Faucault ku xwedî naverokek dîrokî ye bidin pêşiya xwe û li ser bifikirin: “Ku tu mirî dê derbas be” yan jî “ku tu mirî tu yê ji bîr bikî.” Di dema zarokatiyê de ev hevok wiha derbas dibe: “Ku tu mezin bibî tu yê ji bîr bikî. ”
Gerçî meriv mezin dibe jî ji bîr nake lê belkî mirin karibe bibe derman! Mînak; meriv dê çi ji bîr bike? Derd û kulan, tenêbûna qefesê yanî bedenê? An demborîtiya her tiştî û nesekinîna zeman? Dema meriv dikeve xewê jî her tişt ji bîr dike yan jî her tişt ‘derbas dibe’ lê çi feyde! Çawa şiyarbûnî tê, her tişt ji cihê ku lê maye berdewam dike. Lew xem, tenê dikare bo demên kurt bibe stare ne ji bo demên dirêj. Lê diyar e ku mirin ne wisa ye. Ji bo ku bi her awayî ji vê rewşa heyî rizgarbûnî ye bi rastî jî ‘derbas dike’ dide jibîrkirin!
Ne ku ez pesnê mirinê didim, jixwe pêwîstiya mirinê bi tiştekî wiha jî tune ye lê lazim e ku em mirinê êdî wekî travma yan jî felaketek nebînin û tenê dema ku ‘hat serê me’ nas nekin û hawaran neşînin erd û asîman. Wekî ku dapîra min digot; “Em ji bo mirinê, mirin ji bo me” yanî têkiliyek sîmbiyotîk (hevtêrker, hev pêşdebir) heye di navbeyna mirin û çêbûnê de lê ji ber tiştên ku bi me didin ezberkirin ew têkilî kor dibe û tenê zarezar û dramatîzekirin dimîne. Ger dram be, çêbûn bi xwe jî dram e, qedandina tiştek din, veguhezîna tiştek dinê ye. Jixwe li hin derên dinyayê dema zarok çêdibin şîna wan dikin û dema ber bi mirinê ve diçin jî şahiyê li dar dixin. Yanî rastî carna ne rast e! Lew tişta ku em jê re dibêjin rastî, li ba hin kesên din şaşî ye, li ba vedara xwezayê ya bêdawî jî.
Erê ku em bimirin ê derbas bibe ku em bimirin em ê ji bîr bikin! Çi? Mesela nasnameya kurdbûnê ya ku ne rehetî û huzûr dide xwe ne jî dide me, piştî mirinê dikare çi bike? Ew jî encax bi me re razê ne wisa?
Îcar di pirtûka navborî de leheng hem ciwan û zanyar e hem zarokek wî yê biçûk heye hem jî ji evîndara xwe pir hez dike lê kujer bi pey wî ketine û kuştina wî li ber derê ye. Belam xwe navêje nav xembariyê û dibêje; “Ku bimirim ê derbas bibe ku mirin were yê derbas bibe.” Paşê dilê wî jê re dibêje; “Dîsa jî pir zor e.” Diqehire û dibêje; “Serê wê bixwe! Dizanim ku pir zor e lê ku bimirim ê derbas bibe.”
Pirtûka ku nêzî hezar rûpel e kuştina wî ‘nade’ lê dîsa jî mirov dizane ku miriye û êdî xilasbûyî ye. Loma jî ev rastiya mirinê di bîra mirov de bi cih dibe û mirov têdigihîje ku tewreyek jiyanê ya nû ye, xelasî ye. Belkî em dibêjin qey çîrokên li vî alî nîvî dihêle lê na nîvîmayîn jî tiştekî îzafî ye. Ger em bi çavek nîvî mêze bikin her tişt nîvî ye lê ku her bûyîn destpêkek nû be, tu nîvîmayîn nîn e. Tişta ku em dibêjin nîvî, ji ber ku em dibêjin qey nîvî ye wisa ye, ne ji bo ku bi rastî jî wisa ye. Her tişt xwe temam dike û vediguherîne bûyînek din. Loma jî mirin ‘derbas’ dike baş dike. Loma em ji bo wê ew ji bo me ye. Jixwe ku em tenê li giyayan jî binêrin em ê bibînin ku di xwezayê de mirin tune ye, her tişt bi awayekî bi rêkûpêk di nav guherîn û veguherînê de ye lê mêjiyê însan ê ji xwezayê dûrketî ‘mirin’ peyda kiriye.