Berhemên bi dehê salan ku di hiş û bîra kurdan de cih girtine, êdî wê li ser platforma Medyaya Dîjîtal (Youtube) werin parvekirin.
Ji Kerepêtî Xaço heta bi Egîdê Cimo, ji Fatma Îsa heta bi Xalê Ehmed û sedan dengbêjên kurd ên ji çar aliyên Kurdistan û cîhanê. Wê hemû klamên dengbêjiya kurd ku her yek ji wan destaneke bêne parvekirin.
Ev xebata bi qîmet a ku 1ê tebaxa sala 1998an bi rêya ekranên Televizyona Med di bin navê Şevbêrka Dengbêjan destpê kir, bê navber 20 salan dewam kir.
Di navbera salên 1998 û 2018an de li ser ekranên Med, Medya, Roj û Stêrk TV bi sedan dengbêj bûn mêvanên Hozan Şemdîn.
Bi rêya van civatan, kêfxweşî û dewlemendiya dîroka çanda dengbêjiya kurd gihişte bi mîlyonan kesî. Hemû berhem wê li ser navnîşana Youtube a bi navê Şevbêrkên Şemdîn werin weşandin. Di van bernameyan de klam, dîroka dengbêjiya kurdî, bîranîn û sohbetên xweş werin parvekirin.
Hozan Şemdîn armanca vê xebatê weke zindîkirina çanda dengbêjiyê binav dike û dibêje, “Xwedîderketina gel a çalak wê bibe wesîleya ku dengbêjî bi hemû rengên xwe li nava nifşên nû ên civaka kurd werin belavkirin.”
Êdî her kesê ku meraqa klamên kurdî ên kevin dike û dixwaze dîroka wan nas bike, dikare serdana navnîşana Şevbêrkên Şemdîn bike. Xwedîderketina li vê çanda kurdî ya kevnar wê bibe sedem ku dengbêjî her zindî bimîne.