12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Milîsên Îranê dîsa êrîşî baregeheke DYA’yê kirin

 Koma Milîsên Îranê ya bi navê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Iraqê bi riya balafirên bê mirov li dijî bargeha Amerîka ya li gundê Xezre yê Sûriyeyê êrîşek din pêk anî.

Li Sûriyeyê piştî êrîşa DYA’yê ya li ser cihên Muxafizên Şoreşê yên Îranê, êrîşên li dijî baregehên DYA’yê zêde bûn.

Koma bi navê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Iraqê ku tê sûcdarkirin bi Îranê re têkiliya xwe heye, ragihand ku wan şeva Duşemê êrîş birine ser baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li gundê Xezre yê Sûriyeyê.

Hate ragihandin ku êrîş bi droneyan hatiye kirin. Têkildarî êrîşê agahiyên berfireh nehatin dayin. Hate ragihandin ku êrîş ji bo piştgiriya bi Fîlîstîniyan hatiye kirin.

Ji 7’ê Cotmehê dema destpêkirina şerê navbera Hamas û Îsraîlê de li Iraq û Sûriyeyê li hemberî baregehên DYA û koalîsyona navneteweyî gelek êrîş pêk hatin û DYA’yê jî bersiva gelek ji wan êrîşan da

Roja Yekşemê DYA’yê weke bersiva li van êrîşan bombe li navendên Muxafizên Şoreşê yên Îranê yên li Sûriyeyê xist. DYA’yê li navendeke perwerdeyê û stargehekê xist.

Ji vê bombardûmanê û vir ve li hemberî hêzên Emerîkayê herî kêm çar caran êrîş hatin kirin.

Li gorî daxuyaniya rayedarên Pentagonê, ji 17’ê Cotmehê û vir ve li hemberî hêzên DYA û koalîsyonê herî kêm 52 êrîş hatin kirin. Hate ragihandin ku 24 ji wan li Iraqê, 28 ji wan jî li Sûriyeyê hatin kirin. Rayedarên Pentagonê diyar kirin ku di êrîşên komên bi piştgiriya Îranê de herî kêm 56 leşker birîndar bûn.