Stranbêj û hunermendê navdar Mîkaîl Aslan, ev 30 sal in stranên Kurmanckî û Kurmancî ji bo guhdar û temaşevanan çêdike û distrê. Hunermend Mikaîl Aslan, di nav gelê Kurd de gelek tê nasîn û xwedî cihekî qedirbilind e. Li gorî Ajansa Welat ku parve kiriye dê hunermend roja 27ê Nîsanê li Navenda Pêşandanê ya Bostnci ya Stenbolê bi boneya 30 saliya rêwîtiya hunera xwe şahiya bi navê “Dîdar” a muzîkal li dar bixe.
Wê gelek hunermendên binavûdeng ên din jî di şeva promiyera “Dîdar” de cih bigirin. Stranbêj Beser Şahîn, Mem Ararat, Cem Erdost Îlerî, Erkan Ogur û Cemîl Qoçgirî wê wek mêvan beşdarî şevê bibin. Wê piştre li gelek deverên din ên cîhanê jî wê ev şahiya “Dîdarê” bê lidarxistin.
Mîkaîl Aslan di vê rêwîtiya xwe ya huner û muzîkê ya 30 salan de albûmên wek “Agêrayîs, Miraz, Zernkut, Petag û Xoza” jî derxist. Mîkaîl Aslan sala bihûrî li gel Cemîl Qoçgirî ku bi armanca 20 sal in bi hev re dixebitin, albûma “RûbiRû” amade kiribûn û ji bo muzîkhezan belav kiribûn.
Niha jî stranbêj Mîkaîl Aslan bi “Dîdarê” rê li ber siberoja hunera xwe vedike.