Mîhrîcana Filmên Jinan a Nûjiyan, li bajarê Qamişlo ji aliyê Kollektîva Kezî ya Jinên Sînemeger, bi piştgiriya Sîne Jin a Rojava, Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn, sînemagerên jin ên li Ewropayê û bi alîkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê dest pê kir. Mihrîcanê bi pêşengeha wêne û dîmenan a li ser navê nûçegihana ajansa ANHAyê Cîhan Bîlgîn dest pê kir. Cîhan Bîlgîn di 19ê Kanûna 2024an de, bi êrişeke hewayî ya dewleta Tirk ve jiyana xwe ji dest dabû. Di pêşangeha ku li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê hate vekirin de, li kêlek pêşandana 2 wêneyên Şehîd Cîhan Bîlgîn, 38 wêneyên wênekêş û rojnamevanên jin Çîdem Roj, Hêlîn Asmîn, Perwîn Lêgerîn, Sophal Neak (Sofal Nîk), Julia Kochetova (Jûlya Kotşîtofa), Nexem Keraja, Maryem Aşrefî, Avrîn Navdar, Yagazie Emezi (Yegazî Îmêzî), Sîlva Îbrahîm û ên di nava Ragihandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de, hatin pêşandan.
Wêneyên ku hatibûn kişandin û pêşandan ên jinên kedkar, koçber, Êzidî, şervanên YPJê, jinên ku xebatê di dezgehên destwerdanên lezgenî de dikin û gerîlayên YJA Starê ne. Dîmenên bûyerên ku destpêka Şoreşa 19ê Tîrmehê rû dan, geşedan û pîrozbahiyên ku di salên berê de hatin lidarxistin, herî dawî jî `Berxwedana Bendava Tişrînê` ên ku jinên rojnamevan bi kamîreya xwe kişandine jî, di pêşangehê de hatin pêşkêşkirin.
Pêşangeh wê heta roja 31ê Gulanê vekirî be.