Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî (CÛDÎ-DER) û Şeredariya Cizîrê, di çerçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de bi daxuyaniyeke starta Mîhrîcana 11emîn a Ziman, Çand û Hunerê ya Cizîrê dan. Daxuyaniya ku li ber avahiya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek a navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat dayin, rêxistinên Partiya Herêmên Demokratik (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnex û navçeyên wê, saziyên sivîl ên Şirnexê, parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, hevşeredarên Cizîrê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Statuya kurdî perwerdehiya kurdî, Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” hat hilgirtin.
Daxuyanî ji aliyê Rêveberê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Nûh Rojger An ve hat xwendin. Nûh Rojger An anî ziman ku ew ê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî têkoşîna zimanê Kurdî bilindtir bikin û wiha got: “Divê Statuya zimanê kurdî bê naskirin, zimanê kurdî bibe fermî, ji pêşdibistanê heya zaningehê divê perwerdehiya zimanê kurdî hebe û bi makezagonan mafê Gelê kurd bên mîsogerkirin. Êdi dem dema zimanê kurdî ye. Ji bo gelê kurd maf û dadmendî ji naskirina zimanê kurdî dest pê dike. Lewre naskirina zimanê naskirina mafên gelê kurd e. ”
Nûh Rojger An bal kişand ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo hişmendî û pêşdebirina banga birêz Abdullah Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk di jiyanê de pêş bikeve, beriya her tiştî divê birêz Ocalan azad bibe. Banga me ji bo avakirina zimanê aşitiyê ye, ji bo avakirina civakeke demokratîk e. Pêdiviya hemû gelên Tirkiye û kurdistanê li demokrasiyê heye. Ji bo ev pêk bê em ê têkoşna xwe ji her demê bilindtir bikin. Em bang û gazî li desthilata AKP û MHPê dikin ku demildest pêdiviyên vê bangê bi gavên demokratîk ên berçav bînin cih.”
Daxuyanî bi berkirina dirûşmeya, “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.
Mîhrîcan wê îşev di seat 20.00an de şahiya dengbêjan destpê bike û heta 29ê Gulanê konser û şahî wê bên lidarxistin.