Komên hikûmeta demkî ya Şamê êrişên taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd topbaran dikin. Di topbarana ku pêk hat de heta niha 3 kes şehîd bûn û 26 kes jî birîndar bûn.
Em der barê êrişên ku pêk tên bi rojnameger Mîdya Mîqdet re axivîn.
Mîdya Mîqdet di destpêka axaftina xwe de got ku êrişên li ser taxan bi dijwarî didomin û ev tişt anî ziman: “Kesên ku êrişê sivîlên li taxan dikin hem çeteyên Emşet û Hemzet ên girêdayê dewleta tirk in û hem jî hêzên girêdayê hikûmeta demkî ne. Ev çete dema êriş dikin rojnamegerên girêdayê hikûmetê ku em wan ji qadan baş nas dikin bi zimanê erebî van êrişan wek serkeftinên mezin radigihînin.”
Mîdya Mîqdet da zanîn ku di van kêliyan de jî tax di bin êrişa çeteyan de ne û ev agahî da: “Ji saet 7an heta 8an aramiyek di nav taxan de hebû. Lê ew çeteyên ku êrişê pêktînin ev seateke zêdetire ku dîsa dest bi êrişên xwe kirine. Bi tank, top û roketan êrîş dikin. Hejmara birîndaran zêde ye. Kesên ku birîndar dibin jî nikarin werin tedawîkirin. Ji ber ku ambargo li ser taxan e nexweşxane têra tedawîkirina birîndaran nake. Tevî ku êriş dijwar in jî gel liberxwe dide. Li der dora taxan Hêzên Ewlehiya Hûndirîn hene.”
