10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Midûriyeta Polîsan a Sîlopiya li benda bersîva Enqereyê ye

Şandeya ji bo wergirtina cenazeyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn çûn Deriyê Sînor ê Xabûrê, ji 6ê Çileyê ve li ser sînor tê sekinandin. Midûriyeta polîsan agahî dan ku ew li benda bersîva Enqereyê ne.

Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19ê Kanûna 2024an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHAyê hatin kuştin. Ji bo wergirtina cenazeyên rojnamegeran, şandeyeke ji endamên malbatên rojnamegeran, Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, nûnerên DFG, OHDê û MEBYA-DERê civaka sivîl pêk dihat xwest derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe û di 6ê Çileyê de hate Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li Silopiyaya Şirnexê.

Şande zêdetirî rojeke bi hinceta pergal tune ye li ser sînor tê sekinandin. Di demeke bertekên li dijî sekinandina şandeyê didomin de Midûrê Polîsan ê Sîlopiyayê got: “Pirsgirêkeke bi me ve eleqeder nîne, em li benda agahiya Enqereyê ne.”

Piştî heyet çûn ser sînor û şûnde li ber deriyê sînor polîsên girêdayî Midûriyeta Polîsan a Silopiyayê hatine bicihkirin.

Li aliyê din Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal şevê din xwest pataniyan bide heyetê, lê polîsan destûr nedabû ku bataniyan teslîmî heyetê bike.