13 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Mezlûm Ebdî û Colanî li hev kirin

Rêveberiya Heyet Tahrir Şam (HTŞ) daxuyanî da û diyar kir ku wan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HST)ê di aliyê artêşa hevpar de li hev kirine.

Ajansa Nûçeyan a SANA li ser peymana di navbera HST û HTŞê de nûçeyek parve kir. SANAyê agahiyên nûçeyê spart Rêveberiya HTŞê û destnîşan kir ku Rêveberiya HTŞê daxuyanî daye ku wan û HSDê di hevkariya artêşê de li hev kiriune.  SANA di nûçeyê de anî ziman ku Fermandarê HSDê Mazlum Ebdî û Serokê Rêveberiya HTŞê Muhammed el Colani’nin (Ahmed el Şara) li ser hevkariya artêşê peyman îmze kir.

Di encama civîna Ebdî û Colanî de li ser van mijaran lihevkirin:

1- Bêyî ku li ol û neteweya gelên Sûriyeyê bê nêrin, di nava hemû pêvajoyên siyasî û saziyên dewletê de bi awayek erkdarî û berpirsyariya wekhev temsîl bikin û mafên wan bên misogerkirin.

2- Civaka Kurd, civakeke xwecihî ya dewleta Sûriyê ye û dewleta Sûriyeyê hemwelatîbûn û hemû mafên destûra bingehîn misoger dike.

3- Li seranserê Sûriyeyê agirbest bê ragihandin.

4- Hemû saziyên sivîl û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, deriyên sînor, balafirgeh, qadên petrol û gaza xwezayî entegreyî rêveberiya dewleta Sûriyeyê bê kirin.

5- Sûriyiyên ku ji cih û warê xwe hatine derxistin, wê vegerin gund û bajarên xwe û ji hêla dewleta Sûriyeyê ve bên parastin.

6- Têkoşîna dewleta Sûriyeyê ya li dijî bermahiyên Esed û hemû metirsiyên li ser ewlekarî û yekîtiya wê were destekkirin.

7- Em hemû gotinên nefretê û hewlên belavkirina fitne û bangên ku dubendiyê dixin navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê red dikin.

8- Komîteyên Rêveber ji bo pêkanîna peymanê herî dereng heta dawiya salê xebatên xwe bidomînin.