Di 24’ê adarê de li gundê Çalişkanê yê Rihayê bûyerek hov pêk hat. Bedena parçebûyî ya zarokekî 16 salî Muharrem Aksem li cîhê ku polîsan talîma çekan dikirin hate dîtin. Êdî bi awayekî gûman nîne. Xûya dike ku polîsên taybet ên tirk li ser bedena zarokê 16 salî talîma çekan kirine. Laşê wî bi fîşekan parçe kirine. Berê JÎTEM hebû. Bi hezaran mirov direvandin û laşê wan diavêtin deverên weke Newala Kasaba. Êdî her polîsek bûye xwedî potansiyela JÎTEMÊ. Gelek bi rehetî dikarin mirovan bikûjin. Kûjer hemû bereat dikin. Tu saziyeke dewletê jî hesap ji wan naxwaze.
Fenonema ku em jê re şaristanî dibêjin, xwe li ser kuştina mirovan parastiye. Dewlet, forma dawî ya vê civaka bi çînayetiyê ye. Dîroka vê şaristaniya ku bûye mezbaha mirovan bi kuştin û komkûjiyan tijî ye. Hûqûqa dewletan jî hema hema tim ji bo serdestan xebitî ye. “Hûqûq, bingeha mal û milk e.” Di qesrên dadgehên Tirkan de ev slogan heye. Di vê pergala hûqûqa dewletan de, jiyana mirovan ji ber ku ne mal û milk e, ‘qîmetê xwe jî zêde tune ye’. Di hûqûqa modern de bicîhbûna hin mafên bingehîn ên mirovî jî ne bi xêra xwe hatiye bicîhkirin. Dewletan tu carî bi daxwaza xwe pêşketinên bingehîn di hûqûqa xwe de çênekirine. Mesela mafê hilbijartinê, mafê hilbijartina jinan, mafê grevê, hemû mafên însanî bi têkoşîna civaka demokratîk hatiye bidestxistin. Hetta pêkanîn û bicîhanîna van maf û xalên di hûqûqê de jî mixabin bi têkoşîna civaka demokratîk pêk tê. Yanî di hiqûqê de hatiye nivîsîn. Lê nayê pêkanîn. Ji bo pêkanînê jî têkoşîn hatiye meşandin. Ji ber ku dewlet bixwe hebûneke demokratîk nîne welew ku pergalên wê bi demokrasiyê dimeşîn jî di binî de hêzeke din a veşartî rol dilîze; tirs, kuştin û teror e. Polîs peyveke yûnanî ye û wateya wê bajar ango dewlet e. Hêza wê ya îdeolojîk dîn û hêza wê ya fizîkî jî polîs, şîddet û teror e. Peyva terorê ji latînî, ji lêkera “terreo” yanî (ditirsînim) hatiye. Di şoreşa burjuva ya fransî de, Jakobenan pêvajoya “terorê” de nêzî nîv mîlyon însan bi armanca tirsandinê kuştine, piraniya wan jî bi giyotînê. Vê yekê veşartî jî nekirine.
Piştî cîhana du cemser kevneşopiya terorê bi destê NATO’yê bi rêxistinên weke GLADYO li hemberî civaka demokratîk, komên çepgir ên şoreşger hate kirin. Balkêş e yên ku bingehê GLADYO’yê ava kirin jî bermayîyên NAZÎ’yan bûn. Ber bi dawiya şerê duyemîn ê cîhanê ve, gelek general û serbazên girêdayî Hîtler ên NAZÎ’yan ku reviyan li welatên Latîn Amerîkayê bi cîh bûn. Li vir bi desteka Amerîka û Brîtanyayê, li dijî çepgiran hatin bikaranîn û van generalên NAZÎ’yan li welatên weke Şîlî, Arjantînê alîkariya rastgiran kirin û darbeyên leşkerî dan kirin. Bi hezaran şoreşger bi destê xwe bi îşkenceyan qetil kirin.
Li paytexta Ewropa Belçîkayê jî rêxistineke girêdayî GLADYO hebû. Hebûna vê rêxistinê yekemîn car, di 1982’an de bi terora ku li bajarê Niyvelê çêbû hate bihîstin. Komeke mirovên ku pêwîstî bi bikaranîna maskeyan jî nedidîtin diketin supermarketan û ji bo kêfa dilê xwe mirov dikuştin. Di nava sê salan de 28 mirovên ku di nava wan de zarok jî hebûn ji aliyê vê koma paramîleter ve hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn. Di gelek bûyerên revandina mirovan de jî tiliya vê rêxistinê hebû. Ji bo bi ser vê bûyerê de herin û derxin ku kî li pişt vê bûyerê ye, bi dehan komîsyonên lêkolînê hatin avakirin. Lê tu encam ji van lêkolînan derneket. Di ser bûyerê re 40 sal derbas bûn. Lê kesek tenê jî ji vê rêxistinê nehat girtin. Piştre derket holê ku ev rêxistina ku jê re ‘Çeteyên Niyvelê’ tê gotin li gorî îfadeyên şahidan û delîlên bi salan hatin komkirin ji leşkerên jandarma yên artêşa Belçîkayê pêk dihatin û ev kom weke lingekî GLADYO’yê bi NATO’yê ve girêdayî bû. Bi lêkolînan derket holê ku di nava vê komê de bûrokratên dewletê jî hene. Gelek bûrokrat û leşker di nava heman tevna qirêj de cîh girtibûn. Endamên girêdayî vê rêxistina GLADYO ya artêşê diketin sûpermarketan ji bo kêfa xwe mirov dişêlandin û dikuştin.
Çawa ku bi filmê “Min dît” yê bi derhêneriya Mîraz Bezar kiryarên JÎTEMê di perde spî re dihat nîşandan, li Belçîkayê jî filmek bi heman naverokê ku “Çeteyên Niyvel” ên girêdayî GLADYO dike mijar bi navê “NEKÛJIN” hatibû çêkirin. Dîroka GLADYO ya Belçîka bi vî filmî gelekî baş tê teyîsandin. Di encama têkoşîna hêza demokratîk a Belçîkayê ya li dijî vê rêxistinê de, hêza cenderme ya li Belçîkayê hate bi dawîkirin. Dawî li hebûna vê rêxistina veşartî ya sûç hate anîn. Divê were zanîn ku eger li Belçîka rêxistina GLADYO hatibe têkbirin, ev yek ji ber xwe ve nebûye. Bi hêza têkoşîna hêz û civaka demokratîk çêbû. Dewlet di tu kiryarên xwe yên hovane de bêyî têkoşînê guhertin nekiriye. Dewlet her çend di sedemê hebûna xwe de, îdeya parastina civakê bide pêş jî, tişta herî kêm dike parastina civakê ye. Hebûna wê ya esasî parastina mal û milkê çîna serdest e, loma Hûqûq weke bingehê parastina mal û milk tê binavkirin û danasîn. Jiyana mirovan jî, di çavê vê hûqûqa dewletê de ji vî mal û milkî gelek gelek erzantir e.
Behsa terorê dikin…Li dîrokê binêrin hûnê bibînin ku peyva terorê jî û kiryara terorê jî yekemîn car ji aliyê dewletê ve hatiye kirin. Leşkerên ku tecawizî jinan dikin û dibin sedema mirina wan, polîsê li ser panzêran zarokan diperçiqînin, pîlotên leşker ên bombeyan li Roboskiyan dibarînin… Kîjan ji wan ceza xwar? Dîrok jî nîşanî me dide ku ji bilî hêza têkoşîna demokratîk rêyeke din a xilasiya ji vê rewşê nîne. Erkê her mirovekî xwedî wîjdan e ku dest ji vê bûyerê bernedin.