12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mexmûriyan li dijî têlkirinê konê çalakiyê vedan

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê li dijî dorpêç û têlkirina wargehê konê çalakiyê vedan. Di 27’ê kanûna 2021’ê de hêzên Iraqê xwestin bikevin Wargeha Penaberan a Mexmûrê û derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin. Li ser vê yekê gelê wargehê herikî seytereyê û nerazîbûn nîşan dan. Piştî nerazîbûn û hevdîtinan hêzên Iraqê xwe paş ve kişand. Lê hîn metirsiya têlkirina wargehê dewam dike. Li dijî têlkirina wargehê, li nêzî seytereyê konê çalakiyê hat vedan. Piştî ku kon hat vedan bi dehan şêniyên wargehê li ber derê kon civîyan û daxuyanî dan. Endamê Komîteya Karê Derve ya Wargeha Mexmûrê Seîd Çomelk li ber derê kon daxuyanî da. Çomlek destpêkê behsa hewldana têlkirina derdora wargehê kir û wiha got: “Ev demeke wargeha me bi pirsgirêkan re rû bi rû ye. Di hevdîtinên ku me bi hêzên Iraqê re dikir de ev mijara têlkirina derdora wargehê nebû. Di 27’ê kanûnê de biryara ku ji aliyê dewleta Iraqê ve hatî girtin ew bû ku derdora wargehê bê têlkirin. Ji bo wê hêzeke leşkerî li gel karkerên xwe û amûrên xwe yên têlkirinê ji nişkan ve dest bi têlkirina dora wargehê kirin. Li hemberî vê yekê gel wargeh kombûn û ber bi cihê ku têl bihata kirin ve meşiyan, bi vî awayî di demek kurt de hat mudaxelekirin û sekinandin Têlkirina derdorê wargehê reşkirina xelkê wargehê ye. Weke civakekî xeter, weke civkakekî dikaribe zirerê bide derdorê xwe were qebûlkirin. Ji bo wê em dibêjin bila raya kurd, raya giştî vê yekê bizane û bişopîne, ji niha û şûn ve dê çalakiyên me berdewam bike û em tu caran nêzîkatiyek wisa qebûl nekin. Ji ber ku çalakiyên me domokratîk û mirovî ne dê tu caran zererê nede kesê.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî berxwedana Mexmûrê’ bi dawî bû.