Ji 2019an heta niha hikûmeta Iraq û PDKê wargeha Mexmûrê xistine dorpêçê. 4 salin xwendekarên wargehê nikarin biçin zanîngehan. Bi salane Iraq alîkariya sotemeniyê û lojîstîkê nade wargehê. Zextên li ser wargehê, bi taybetî piştî hevdîtinên dawiyê yên Iraq û Tirkiyeyê zêdetir bûn. Du salin nasnameyên penaberên wargehê nayên nûkirin. Ji ber vê yekê, welatî nikarin ji mafê tenduristî, perwerdehî sûdê bigirin. Qeydên zarokan nayên çêkirin. Gelek nexweşên kronîk ku dinav de nexweşên penceşerê hene, nikarin dermanên xwe bigirin û bi nasnameya heyî biçin nexweşxaneyê. Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak têkildarî ambargo û zexta li ser Mexmûrê nirxandin kir.
Fîlîz Budak anî ziman ku ji 2019an heta niha ji aliyê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve li ser wargeha Mexmûrê ambargo heye û got: “Di 2023an de hikûmeta Iraqê xwest der û dora wargehê têl bikin û leşkeran bi cih bikin. Gel nêzî 16 rojan li dijî vê yekê çalakî pek anî. Di encamê de hikûmetê gav paşve avêt. Zextên li ser wargehê didomin. Ji 2019an û virde em nikarin têkevin herêma Başûrê Kurdistanê. Ji bo pêdiviyên aborî û tenduristiyê em diçûn bajar û navçeyên Iraqê. Gelek caran li ser rê 4-5 saetan didan sekinandin. Hin caran jî rêwî paşve vedigerandin. Berê ji bo karê fermî li şûna nasnameyê kart didan şêniyên Mexmûrê. Ji 2023an heta niha kartên ji bo karê fermî nû nekirine û şênî nikarin bêyî kart ji Mexmûrê derkevin derve. Ev li tevahiya Iraqê dibe pirsgirêk. Li ser karkeran zextan dikin. Di çûn û hatinê de astengiyan derdixin.
Malzemeyên înşatê nadin
Fîlîz Bûdak, da zanîn ku di 10 rojên dawî de ketina malzemeyên înşaatê qedexe kirine û got: “Destûrê nadin ku malzemeyên înşaetê têkevin wargehê. Li pêşiya wargehê nokteya kontrolê û lêgerîn zêde kirine. Şênî nikarin pêwistiyên xwe yên wekî sotemenî û erzaq pêşwazî bikin.”
Tirkiye Mexmûr kiriye hedef
Fîlîz Bûdak, destnîşan kir ku zextên li ser wargeha Mexmûrê bi hevdîtinên Tirkiye û Iraqê ve girêdayî ne û wiha lê zêde kir: “Bi taybet piştî Wezîr Hakan Fidan hat Iraqê û bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê re hevdîtin kir, zextên li ser wargehê zêdetir bûn. Piştî hevdîtinê komek leşkerên Iraqê xwestin têkevin wargehê. Tirkiye zextan li ser Iraqê dike ku pêdiviyên wargehê neyên pêşwazîkirin. Ji Iraqê dixwaze ku li ser wargehê tecrîdê pêş bixe û wargehê bide belavkirin. Kurdên bi Tirkiye re hevkariyê nake û daxwazên wan pêk nîne dikin hedef. Çawa êrîşî Şengalê û Rojava dike, bi heman rengî êrîşî Mexmûrê jî dikin. Di projeya Tirkiyeyê de Mexmûr jî heye.”
‘Balefirên şer li ser me difirin’
Fîlîz Bûdak, da zanîn ku bê navber êrîşî Mexmûrê dikin û heta niha jî teyareyên keşfê li ser Mexmûrê digerin. Wargeh di axa Iraqê deye. Eger li ruxmê vê yekê êrîş pêk tên, ev nîşan dide ku di encama lihevkirina Iraq û Tirkiyeyê ev êrîş pêk tên. Em dizanin çi çara ku Tirkiye û Iraq hevdîtinan dike, yek ji mijara taybet a hevdîtinê Mexmûr e. Herî zêde dixwaze di warê aborî de wargeha Mexmûrê tengav bike. Dîsa di milê tenduristiyê de pirsgirêk heye. Em nikarin nexweşên xwe bibn nexweşxaneyê. Tirkiye herî zêde xwe li Iraqê bi cih dike. Cihê ku Tirkiye xwe lê bi cih dike jî bi bertek û zextên Iraqê re rû bi rû nayê. Lê yê li dijî vê yekê derdikeve şêniyên Mexmûrê ye. Ji ber vê yekê Mexmûrê dikin hedefa xwe. Tirkiye Mexmûrê ji bo xwe wekî asteng dibîne. Ji ber vê yekê tecrîd dike û dixwaze Mexmûrê belav bike.
Fîlîz Bûdak, da zanîn ku tu hewldanên Iraqê yên ji bo ewlehiya wargehê tüneye û got: “Hikûmet bi tu awayî ewlehiya wargehê nagire. Di aliyê tenduristî, xizmeta binesazî, aborî û perwerdehiyê de Iraq tu xizmetê nake. Li ruxmê ku piştî 2019an di aliyê Îdarî ve bi temamî bi Iraqê ve hate girêdan jî, tu xizmet nehatiye kirin. Zarokên wargehê ji dibistana seretayî heta Lîseyê li wargehê dixwînin. Xwendekar nikarin biçin zanîngehê bixwînin. Di nava 5-6 salên borî de hikûmetê ji bo xwendekaran tu tişt nekiriye. Dîsa tu pêwistiyên perwerdehiyê nayên pêşwazîkirin. Pêwistiyên dibistanan û mamosteyan bi tu awayî nayên pêşwazîkirin. Di aliyê tenduristiyê de jî hikûmeta Iraqê tu alîkarî nekiriye. Niha ocaxek heye, lê ew tenê dibe bersîva nexweşiyên sivik. Li vê ocaxê car caran bijîşk heye, car caran bijîşk tune ye. Dema ambargo hebe nexweş nikarin biçin nexweşxaneyên derve. Di aliyê binesaziyê de jî xizmet nayê kirin. Hikûmet pêwistiya şaredariyê pêşwazî nake. Şaredarkiya Mexmûrê bi derfetên xwe xizmetê dike. Ji derve alîkariyê nagire.”
Pirsgirêka nasnameyê
Fîlîz Bûdak, da zanîn ku nasnameyên welatiyên wagehê ji 2023an heta niha nehatine nûkirin û rayedar van nasnameyan nû nakin. Fîlîz Bûdak, anî ziman ku nedayîna nasnameyan sedemek siyasî ye û wiha pêde çû: “Nasname girêdayî hikûmetê û saziyên Neteweyên Yekbûyî ye. di 2024an de 2-3 caran nifus ji martin. Lê dîsa nasname nû nekirin û yên nû nedan. Ji bo nasnameyê heta niha xebatek tune û ji ber dema nasnameyê qediya ye nikarin ji gelek mafên xwe sûdê bigirin. Nêzî 5-6 salin zarokên ji dayik bûne nehatine qeydkirin. Zarok bê nasname ne. Ev bi hikûmetê û NYê ve girêdayî ye. Sedema piranî pirsgirêkan tunebûna nasnameyan e. Heta şêniyên Wargehê digêjin Mûsûlê 20 caran rastî kontrolê tên û 20 caran nasnameyê nîşan didin.”
Pirsgirêka nexweşên kronîk
Fîlîz Bûdak herî dawî bal kişan ser rewşa nexweşan jî û wiha bi dawî kir: “Nexweşen kronik û pençeşêr, dil û tansiyonê zahf in. Zêdetirî hezar kesan bi nexweşiyên kronik in. Divê ev nexweş bi rêk û pêk bên dermankirin. Malbat li gorî derfetên xwe bi nexweşan eleqeder dibin. Divê ev nexweş li derve bên dermankirin. Lê nebûna nasnameyan asteng e. Ku nasname tune be nikarin derman jî bigirin. Tecrîd û ambargoya li ser Mexmûrê rewşeke siyasî ye. Lê li dijî vê tecrîdê têkoşîn û berxwedan berdewam dike. Wargeha Mexmûrê li ruxmê hemû tecrîdê xwe li ser piyan digire û xwe bi rêve dibe. Li dijî hemû êrîşan li ber xwe dide û parastina xwe berdewam dike. Gel dibêje têkoşîn û berxwedan heye. Ji ber vê yekê êrîş li dijî wan pêk tên.”