Li navçeya Rezan a Amedê, komeke mexdûrên erdhejê li Dibistana Seretayî ya Yahya Kemal Beyatli hatibûn bicihkirin. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) derbas kiriye, ev mexdûr bi dorê zorê ji dibistanê tên derxistin. Mexdûran, destnîşan kir ku ji dibistanê tên derxistin û ji bo bi cihbûnê tu der ji wan re nayê nîşandan.
Mexdûran, da zanîn ku ji bo derxistinê bi polîsan gef li wan tê xwarin û banga piştevaniyê kirin.