12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mexdûrên erdhejê bi bêwijdanî û keysperestiyê re rû bi rû dimînin

Li Hatayê, piştî erdhejê bihayê neqliyeyan ji 7 hezar TL'yan derket 17 hezar TL'yan. Tevî xesarên zêde ku li wan ketine jî karker ji avahiya amûran derdixin

Li Hatayê ku piştî erdheja Gurgumê hilweşandineke mezin lê pêk hat welatî ji malên xwe yên ku xesar gihîştine wan amûrên xwe vediguhezînin. Kesên ku li bajarên din karê neqliyeyê dikin û vê rewşê ji xwe re weke firsend dibînin bihayê neqliyeyan zêde kirin. Li gorî nûçeya nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê Mujdat Can, bihayê neqliyeyan ji 7 hezar TL’yan derxistin 17 hezar TL’yan. Kesên ku karê neqliyeyê dikin ên ji bajarên mîna Îzmîr, Bûrsa, Edene û Mêrsînê hatine, li gorî raporên xesarê yên ji bo malan hatine dayîn bihayê neqliyeyan diyar dikin. Ji bo veguhestina amûrên malên ku raporên xesarên giran ji wan re hatine diyarkirin bihayê neqliyeyan heta 30 TL’yan dertê.

Welatî beriya veguhastinê ji bo jêkirina klîma, qombî, petekên qalorîferan û makîneyên şûştina kincan jî neçar dimînin tîmên cuda bigirin. Ji bo vî karî jî welatî di navbera 2 hezar û 500 û 4 hezar û 500 TL’yan de pere didin. Balkêş e li van malên ku ji bo wan raporên xesarên giran hatine diyarkirin jî beyî ku tevdîran bigirin dixebitin. Karkerên ku bêyî baret bidine serê xwe bi vîncan amûran li qamyonan bar dikin.

 Keysperestî

Li taxa Sumerler a navçeya Defneyê, welatiyekî ku amûrên xwe ji mala xwe veguhast, der barê mijarê de ev tişt got: “Di vê erdhejê de keyperestî tê kirin. Bihayê neqliyeyê ku beriya niha 7 hezar TL bû derket 17 hezar TL’yan. Li navçeyên Erzîn û Dortyolê bihayê veguhastinê zêdetir e. Ji roja destpêkê ve dewlet li Hatayê tuneye. Kesên ku karê neqliyeyê dikin jî vê firsend dibînin û di nav mexdûriyetê de mexdûriyeteke din didin jiyîn. Dikarin rapora ‘bixesar’ bidin û bi amûran re malê hliweşînin. Lê tevî ku bixeter e jî em neçar dimînin ku wiha bikin. Ji ber polîtîkayên aboriyê yên hikûmeta ku me îro bi tenê dihêle bihayê tîmek paldank bûye 20 hezar TL. Ji neçarî em vê ferqê didin keysperestan.”

Biha li gorî talukeyê tê destnîşankirin

A.A. ku ji navçeya Îskenderûnê ji bo karê jêkirinê hatiye Defneyê jî wiha axivî: “Em 3 kes tên, destpêkê em di ser e-dewletê de lê dinêrin ka xesara malê çî ye. Li gorî vê bihayê jêkirinê diyar dikin. Tenê ji bo jêkirina klîma, qombî, petekên qalorîferan serê malê em 2 hezar û 500 TL digirin. Em danaxînin. Em her roj tên dixebitin û karekî giran dikin.”