Em dikarin ji mêvanperweriya kurdan a di dawetan de dest bi mijara xwe bikin. Berê wexta ku dawet li dar diketin û mêvanên berbû ji derve dihatin, her maleke kurd çend mêvan êvarê dibirin mala xwe, ji wan re xizmet dikirin û çanda xwe ya mêvanperwer nîşan didan.
Me di nivîsara xwe ya berî vê de, qala çanda kurdan a dawetê kiribû. De îcar ji ber ku têkiliyeke dawetê û mêvanperweriyê jî bi hev heye, em ê di vê nivîsara xwe de qala mêvanperweriya kurdan a kevn û nû bikin.
Kurd, di tevahiya dîrokê de, bi mêvanperweriya xwe tên nasîn; her hêza ku ji derve dageriyaye Kurdistanê, berê qala mêrxasî û mêvanperweriya kurdan kiriye, lê ji ber ku kurd pir saf bûn û gelek caran bi xiyaneta kes û komên xayîn re rû bi rû mane, di pêvejoya dîrokê de baweriya kurdan a bi mêvanan, hêdî hêdî şikiyaye, ya jî guman tê geriyaye…
Em dikarin ji mêvanperweriya kurdan a di dawetan de dest bi mijara xwe bikin. Berê wexta ku dawet li dar diketin û mêvanên berbû ji derve dihatin, her maleke kurd çend mêvan êvarê dibirin mala xwe, ji wan re xizmet dikirin û çanda xwe ya mêvanperwer nîşan didan. Di wan rojên werê de hema mirov dikare bibêje her mala kurdan digot ‘de ka bê kî bok e, kî beran e’! Yanî her maleke kurd, mêvanperweriyeke wisa dikir ku kengî ew mêvan bihatana wî gundî ya jî bajarî, berê sola wan bêhemd diket wan mazûvanên kevn!..
A rast, niha jî mirov rastî wan şopên wê mêvanperweriya kevn tê, lê pir qels bûye û ya heyî jî tijî hesab, fen û fût in, axir ti kurd, êdî ji kêfî û bêhesab mêvanan nabe mala xwe!..
Berê, xwediyê malê, êvarê li ba mêvanên xwe vediket, lê niha, xwediyê malê, ciyê mêvanan datîne û derbasî odeya xwe ya zavatiyê dibe; sibehê dereng mazûvan, tê ciyê xwe li ba mêvanan çêdike, weyla guro hejaro!
Ma qet pêwîst e ku em bibêjin ev kirinên nû ne ji çanda me ne? Axir em bi awayekî şaşwaz vê çanda riziyayî ya civaka sermayedar a mala yekta dibînin û pê dikeribin.
Aha ew şêla zava û bûkê ya ku me di mijara dawetê de qal kiribû bêhna xwe daye çanda mêvanperweriyê jî!..
