Li herêma Serhedê em navê gund û bajêr navêjin. Simaîl her sal û deman bazirganî dike, tê gund û herêmê. Cil û bergan û tiştên etariyê difiroşe. Di herêmê de naskiriye. Simaîl dibe kirîvê malbata Silhedîn. Her car dibêje “kirîvê Silhedîn carek tu û malbata xwe werin herêma me. Tu ewqas camêrî em jî ji te re carekê xizmetê bikin “
Lê Silhedîn lê ketibû şik û gumanan ku ji bo hertim tê bi roj û mehan dibe mêvanê wan. Rojekê Silhedîn ji hevjîna xwe re dibêje” Ez diçim herêma Serhedê ba kirîvê xwe, herim malbata wî jî ziyaret bikim. Hin diyarî jî digire, bi ereba an jî siwarî berê xwe dide rê û diçe.
Hinek li sûkê digere bêhna xwe dide û li mala kirîvê xwe dipirse diçe derê wî. Simaîl li derê xwe rûniştiye, Silhedîn silavekê dide Simaîl kirîv û dibêje; “Hûn çawan in” Simaîl her wekî ku Silhedîn nas nake tevdigere û wiha bersivê dide: “Birayê delal tu kî yî ez we nas nakim”
Silhedin matmayî dimîne. Ev camêr kirîvê me ye bi salan nan û avên me xwar û vexwar ev çawan dibe min nas nake. Bawer dike ku Simaîl xwe lê nake xwedî.
Silhedin dizîvire ku were sûkê vegere mala xwe. Li derekê rûdinê û difikire gelo ev xewn bû dîtiye yan rastî ye. Dibîne ku Simaîlê kirîv hat wir dît ku Silhedîn rûniştiye. Her wekî ku hevdu nedîne.
Simaîl dibêje kirîvo tu bixêr hatî çima li vir rûniştiyî, mala me xirab bûye. Silhedin dibêje; “Kirîvo rêya min bi vir ket, hevalên min wê herin, ji ber wî ez nehatim “
Simaîl dibêje: “Kirîvo biharê dema ku em werin bal we”
Silhedin dibêje; “Ser çavan mala te ye keremke.”
Silhedin dikeve erebeyekê berê xwe dide herêma xwe û tê malê . Lê belê vê bûyera sosret ji tu kesî re nabêje.
Dema ber û bostana ye gilgil û lazut avêtine. Simaîl bi tevê karwanê xwe hêstir û keran ve tê derê wî barên xwe datînin, nan av didin heywanên xwe û wan girêdide êdî dema razanêye.
Silhedin tivinga xwe davê milê xwe û radibe.
Simaîl dipirse û dibêje; “Kirîvo xêre ku da diçî “
Silhedin dibêje; “Bi şev beraz, hirç tên lazutê me dixwin, ez ê biçim nobeta wan bigirim.”
Simaîl dibêje; “Ez jî bi te re têm ber zeviyê”. Bi hev re diçin Silhedîn dibêje; “Kirîvo min cixara xwe ji bîr kir li vir be, ez ê herim bînim.”
Silhedin tê malê û hevsarê ker û hêstiran vedike û wan tîne aliyekî zeviya xwe û berdide nava zeviyê.
Heywan birçîne dikevin nava lazut. Silhedin dibêje; “Kirivê Simaîl binere çend heb beraz ketine nava zeviyê. Lê çavên min baş nabîne ka tivingê bigire berde wan.”
Simaîl dibîne reşên wan xuya dikin, gule berdide, carê yek dikeve xwar.
Silhedîn dibêje; “Kirîv bisekine dengên bi guleyan re beraz direvin, ev heywan narevin ka em binhêrin. “
Dema diçin dibîne ku kerên xwe kuştiye Simaîl digirî û dibêje; “Wey bavo min çi kir.”
Silhedîn dibêje; “Kirîvo ew mirovên ku li derê xwe mirovan nas nakin, li derên hevalên xwe kera xwe jî nas nakin . Rabe ji gund here kes bi me nehise.”