Şoreşa cotmehê ya 2019’ an ( ku Iraqê wiha bi nav dikir), hikûmeta serokwezîrê wê yê berê Adil ebdul Mehdî rûxand, ji ber valahiya ewlekarî û hikûmraniyê PDK’ê bi dewleta tirk re li ser gelek dosyayan lihevkir ku ziyana wê dighê kurdan, Ji bo berjewendiyên partiya xwe li Iraq û herêma Kurdistanê de. Piştî avabûna hikûmeta El Kazmî, dijberiya PDK’ê ji doza kurd re li herêmê ranewestiya lê çû peymanek li dijî Rêveberiya Xweser ya Şengalê jî mohr kir.
Di xwendina bûyerên Iraqê de, tê payîn ku her aliyekî siyasî berjewendiyên xwe yên hizbî berî berjewendiyên niştimanî pêk bîne, bi armanca di serê sîstemê de mayînde bibe û cihê xwe tê de biparêze. PDK ji hemû aliyên kurdî ve tê zanîn ku ew dijberiya niştimaniya Kurdistanî dike, tevî hemû bangewaziyên ji bo lidarxistina Kongereya Niştimanî ya Kurdistanî jî nayê rêya rast. Lê wê rêya xwe di xêzkirina siyaseta dijberiya doza niştimanî de hilbijart, ket hembêza dewleta tirk û hikûmeta Iraqê.
Hikûmeta El Kazmî û PDK’ê bi hevkariya dewleta tirk a dagirker piştî ku El Kazimî gihîşt hikûmraniya Iraqê, bi lez û bez peymanek ji bo têkbirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Şengalê îmze kirin. Têkbirina Rêveberiya Xweser li Şengalê xizmeta sê partiyan dike, lê encama berxwedana bi qehremanî ji peymana 9’ê cotmeha 2020’î heta îro ev plana sê alî ya Tirkiye-Iraq û PDK’ê têk çû.
Piştî ku Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê encamên hilbijartinan ragihand, PDK vegeriya ser dijminatiya xwe ya ji bo meseleya kurd. Ji ber ku vê carê bi koma Sunî ya bi serokatiya Mihemed Helbûsî (Serokê niha yê parlamentoyê) û serokê tevgera Sedrî ku dijminê xeta Îranê ye, lihev kir. PDK’ê dîsa xencerek li pişta Yekitiya Nîştimanî, namzetê serokomariya Iraqê xist. Hoşyar Zêbarî namzetiya xwe ji bo serokatiya komarê destnîşan kir û vê yekê jî YNK aciz kir. Nakokiyên di navbera herdu partiyan de careke din gihîştin lûtkeyê.
Avakirina hikûmeta Iraqê bi destê komên Sunî (Helbûsî), Tevgera Sedr (Muqteda el-Sedr) û PDK’ê (Barzanî) de, dê bibe sedema nakokiyên berfireh di nav Iraq û heta herêma Kurdistanê de jî. Avakirina hikûmeta Iraqê ji aliyê van her sê partiyan ve tê wateya ku Tirkiye bûye serwerê biryarên Iraqê ji ber ku pêwendiyên her sê aliyan bi dewleta Tirkiyeyê re xurt in.
Avakirina hikûmeta Iraqê ji aliyê PDK’ê, Helbûsî û Sedr ve li Iraqê tê wateya berdewamiya êrîşên li ser herêmên parastina rewa û dibe ku dewleta Tirkiyeyê êrîşên berfireh li ser herêma Kurdistanê bike û axa wê bêtir dagir bike. Êrîşên li ser Şengalê jî dê berdewam bikin, di hewldaneke nû de ji bo têkbirina Rêveberiya Xweser û rewşa kampa Mexmûrê bikeve metirsiyê de.
Lê tevî gelek rêkeftinan û avakirina hikûmeta Iraqê ya li dijberî kurdan, berxwedan û têkoşîna li meydana şer xwedî helwest in. Avakirina hikûmeta Iraqê ji aliyê hersê aliyên navborî ve dê Iraqê bixe nav şerekî nû. Dibe ku krîza Iraqê ji ya niha xerabtir bibe.
Metirsiyên hikûmeta Iraqê