Mêtingeriya tirk sedema hemû pirsgirek, kaosên herêmê ye. Hegemonya hişmendiya tirkkirinê, li pêşiya ewlehiya erdîngeriya Mezopotamya û Rojhilata Navîn astengiyan derdixe. Bîrdoziya fermî ya netewe-dewleta tirk, bi nêrîna dewşîrmeyên ‘qesrê’ ava bûye. Ji bilî serweriya tirkkirinê bi tu awayî nasnameyên cuda nayên pejirandin, tenê tên tepisandin û tesfiyekirin…
Mêtingeriya tirk destûrê nade ku li herêmê çareseriyeke mayînde pêk bê. Heyîna xwe li ser nakokiyên etnîkî, olî, mezhebî û mêtingeriya nûjen a hinek devêren ku erdîngeriya wan dagirkiriye, hewl dide hebûna xwe li wan herêman mayînde bike; bi derxistina şer, kaosa heyî ya di navbera hevsengiyan de pirsgirêkên etnîkî yên heyî kûrtir dike. Ola îslamê di berjiwendiyên desthilata xwe de mîna mertal bi kar tîne, nexweşiyên civakî yên heyî girantir dike. Bi talan, dagirkirinê ya welatên ciran re dilê xwe xweş dike, bi qetilkirina mirovên bêguneh serxweş dibe û bi serkeftinên pûç û biçûk, ji ser hişê xwe diçe. Ji lewre hikûmraniya rejima mêr bi rageşî dertê pêş. Ji polîtîkayên mêtingeriya tirk xwîn, ji gotinên desthilata wan fitne dibare. Hewl dide ku li ser xwezaya rengîn a herêmê, mêtingeriya serwer a gelacî hakîm bike.
Bala xwe bidinê; deverên ku paradigmaya neteweya demokratîk xwe lê bi saz dike, hêviya azadiyê ya gelan lê pêşdikeve; mêtingeriya tirk êrîşî van deveran dike. Destûrê nade ku pêkhatêyên van herêman bêhnê bistinîn da ku destkeftiyên hatine afirandin, mayînde bibe. Di her fersendê de bîra afirîneriya jiyana azad, bi êrîşên hov dieciqîne. Bi hêrsa talangeriyê êrîş dike. Qirkirina etnîkî armanc dike. Tunebûna xwe di hêviyên azadiyê yên civaka gelên herêmê de pênase dike. Neyarê jin, demokrasî û edaletê ye! Li dijî azadiya jinan, bi şerê qirkirina zayendî bersivê dide. Mêtingerî bi kirasê klasîk lê bi şêwazê nûjen welatê kurdan dagir dike.
Bêguman êrîşên mêtingeriya tirk ên li ser Rojava, Şengal, Mexmûr û Başûrê welêt pêk tên, bi erêkirina hinek dewletên navneteweyî pêk tê. Dewleta tirk bi teknîka serdemê ya van dewletan wekî balafir, SÎHA, ÎHA û çekên kîmyewî li ser kurdan qirkirina çandî, fizîkî û talana jîngeh û xwezaya welatê me pêk tîne. Tirsa mêtingeriya tirk a herî mezin ew e ku kurd hêza xwe bikin yek; rêxistina xwe fireh bikin û rê li ber demokrasiya Rojhilata Navîn vekin. Dijberiya siyaseta mêtinger li ser heyîna kurdan ava bûye; çavkaniya xwe ji bîrdoziya fikra navendî ya mêtingeh digire. Ev bîrdozî bû sedem ku heyîna nasnameya kurd û Kurdistanê bê înkarkirin. Kirêtiya herî mezin a vê bîrdoziyê ew e ku heyîna xwe, li ser tunebûna gelê kurd daye sazkirin. Heqîqet di rastiya kurd de tê binaxkirin!
Di encama avabûna vê bîrdoziya kirêt de, heyîna nasnameyên resen tune hatin hesibandin û hatin înkarkirin. Bîrdoziya mêtingeh mirovan neçarî koledarî, bêhêzî, şer, talangerî, kuştin, nefret, nijatperestî, xizanî û hejariyê dike. Rêya koçberiyê jî dide ber kurdan. Kesên ku bi nêrîna vê bîrdoziya kirêt mezin dibin, ji wan re ‘ew kesên zikreş û her kirêt in’ tê gotin. Ev kesên wiha ji şer û rijandina xwînê zewqê digirin.
Heta ku pirsgireka kurd çareser nebe wê ewlehiya herêmê jî misoger nebe. Esas civaka ku ewlehiya wê di bin xeteriyê de ye, gelê kurd e. Gelê kurd di bin şûrê qirkirinê de bi parastina heyîna xwe radibe. Mêtingeriya tirk roj nîn e ku li ser hebûna kurdan qirkirina çandî, fizîkî û etnîkî pêk neyne. Ewlehiya netewe-dewletên mêtingehên Kurdistanê, wê bi çareserkirina meseleya kurd re misoger bibe. Meseleya kurd, meseleyeke sedsalê ye; di encama polîtîkayên hevbeş ên parçekirina Kurdistanê de hêzên mêtingeh di înkarkirina hebûna kurdan de bûne yek. Lê mixabin li hember wan polîtîkayên înkarkirinê, gelê kurd sedsal in hîn jî yekitiyek neteweyî ava nekiriye.
Êrîşên ku îro li ser Şengal, Rojava, Mexmûr û Başûrê welêt pêk tên, ji bo gelê kurd hinceta parastina neteweyî ye. Ji bo ku ruhê sazûmaniya yekitiya neteweyî saz bibe, hincetên gelê kurd gelek in, lê ji bo ku em neyartiya hevûdin bikin, tu rê li pêşiya me nemane. Divê bê zanîn ku yê qurmê dara mêtingeriya tirk stûr dike, paşverûtiya navxweyî ya kurdên ku ji eslê xwe dûrketî ne. Hişmendiya mêtingeh, hêlîna xwe li ser çiqlê cehalet û bêeslan ava dike. Wê bi têkoşîna ruhê hêviya ji azadiyê hêlînên faşîzmê bên ruxandin. Ji bo xweparastina li dijî mêtingeriya nûjen a tirkkirina neteweya kurd; zanistiya dîrokî, neteweyî, yekgirtî û hevkariya têkoşînê pêwîst e.
Mêtingeriya nûjen a tirkkirinê