Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewayî ya 2yê Gulanê aşkera kir. Midûriyetê, ji bo 16 bajaran bi koda zer hişyarî kir. Bajarên bi koda zer hişyarî kir ev in: Çewlik, Bedlîs, Xarpet, Amed, Erzirom, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Êlih, Dêrsim, Riha, Wan, Şirnex û Erdexan. Li gorî vê hişyariyê pêwîste her kes tev bigere, can û malên xwe biparêz e.
Meteorolojiyê her wiha ragihand ku li bendê ye li bajarên Stenbol, Afyon, Denîzlî, Mûgla, Edene, Antalya, Burdur, Hatay, Enqere, Eskîşehîr, Konya, Nevşehîr, Bolu, Duzce, Sînop, Zonguldak, Amasya, Rîze, Samsun, Trabzon, Meletî, Dîlok û Semsûrê barîneke zêde bibare.