2 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Meşvanên hêviyê gihiştin Curnê Reş

Meşvanên hêviyê yên ji Amedê bi rê ketin gihiştin navçeya Curnê Reş.

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” meşa xwe ya ji Amedê ber bi Enqereyê ve da destpêkirin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenter û hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û gelek jin tev li meşê bûn. Jinên ku li ber avahiya Rêxistina DEM Partî ya Amedê kom bûn ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Jinan li ser vê yekê bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” nerazîbûn nîşanî astengiyê dan.

Ligel astengiyan jinan heta li rawestgeha Çeşme ya navçeya Peyasa Amedê bi çepik, tililî û dirûşmeyan meşiyan. Di meşê de pankarta “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” hat vekirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” û “Mafê hêviyê mafê gelan e” hatin berzkirin. Girseya ku li vir kom bibû jin bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” pêşwazî kirin. Li vir li ser navê TJAyê Sebahat Tûncel axaftinek kir. Sebahat Tûncel diyar kir ku azadiya Abdullah Ocalan azadiya gelan e û got: “Em dixwazin ji Amed heta Enqereyê pireke aştiyê ava bikin.” Dû re girseya ji hezaran kesan pêk dihat ji vir heta pêşiya AVM ya Ceylan Karavîlê meşiya. Jinan berdilkên bi rengê mor ku nivîsa “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” nivîsandibû, li xwe kirin û meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” , “Jin Jiyan Azadî, azad bike Rêbertî” û “Bila mafê hêviyê were pêkanîn” hat berzkirin. Jinên ku dê di meşê de cih bigirin, li vir bi çepik, tililî û meşaleyan hatin oxirkirin.

Jin dema bi otobusan ber bi navçeya Hîlwanê ya Rihayê ve diçûn di otobusê de stran gotin û li çepikan dan. Jin piştî demekê meşiyan gihiştin navçeya Hîlwan a Rihayê. Jinên ku gihiştin ber Şaredariya Hîlwanê ji vir heta Eywana Dawetê ya Hîlwan Parîsê meşiyan. Jinan di meşê de dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Azadiya Rêbertî azadiya jinan e” “Mafê hêviyê mafê gelan e” , “Bijî Serok Apo” , “Deng bide aştiyê rê li ber hêviyê veke” berzkirin. Jin li eywana dawetê ji aliyê gel ve bi laçikên spî hatin pêşwazîkirin. Jinan dû re li vir li ber stranan govend gerandin. Pişt re li vir li ser navê TJAyê hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a qeyim tayînî şûna wê hatiye kirin, axivî.

Gulistan Sonuk di destpêka axaftina xwe de got ku ew ê ji bo hêviyê ji Amedê heta Enqereyê bimeşin û wiha axivî: “Tovê azadiyê li Hîlvanê hat avêtin. Ji ber vê yekê rawestgeha me ya ewil Hîlwan e. Em ê yek bi yek li rawestgehên ku Tevgera Azadiyê lê geriyaye bigerin û daxwazin jinan kom bikin û ragihînin komisyona ku di bin banê Meclisê de hatiye avakirin. Daxwaza me kurdan ew e ku azadiya Rêzdar Ocalan pêk bê. Mafê hêviyê ne mafê pazarê ye. Ji ber ku dewlet vî mafê dike mijara pazarê lewma pêvajo saleke dirêj bû. PKKê erka ku ket ser milê xwe pêk anî lê kesên ku salek berê digotin bila Abdullah Ocalan were li Meclisê biaxive xwedî li gotinên xwe dernakevin. Serok got dema werim ez ê biçim Hîlvanê. Îro em li vir in û dema hat jî em ê pê re bên. Banga me li komisyonê ev e ‘divê komisyon xwe ji bin banê partiyê derbixe û wêrek tevbigere’. Komisyonê gelek kesan gudar kir lê hê Rêzdar Ocalan guhdar nekiriye. Heke ew bihata gudarkirin dê em ne di vê rewşê de bûna. Em wek TJAyê dibên daxwazên me diyar in û heta ew pêk neynê dê çalakiyên me bidomin.”