31 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Meşvanê Azadiya Kedê: Mustafa Tekîk

Mustafa Mesut Tekik parêzvanekî bêwestan ê gelê xwe, welatê xwe û têkoşîna azadiya kedê bû. Me ew bi awayekî zû û di demek nexwestî de winda kir.

Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Li Tirkiyeyê, ji rastgiran heta çepgiran û kesên di nav siyasetê de her kes li ser Kongreya 12emîn a PKKê ku di navbera 5-7ê Gulana 2025an de pêk hat û biryarên ku hatine girtin nîqaş dike. Ev nîqaş tenê li ser Kurdistan û Tirkiyeyê ne sînordar in. Di rojeva hemû gelên Rojhilata Navîn û civaka navneteweyî de ye. Ji dewletên herêmê bigire heta Neteweyên Yekbûyî, hema bêje kesek tune ye ku li ser vê mijarê nêrîna xwe negotibe.

Bi rastî, PKK û biryarên ku di kongreyên ku têkoşîna xwe dimeşand de hatine girtin bi dehan salan e ku têne nîqaşkirin. Cihê wê di dîroka mirovahiyê de, girîngiya wê ya jeostratejîk li Rojhilata Navîn û wateya dîrokî ya têkoşîna ku ji hêla PKK ve tê meşandin vê yekê pêwîst dike. Lê belê nîqaşên ku di heşt mehên dawî de diqewimin, ji her tiştê ku heta niha diqewimî wêdetir çûne. Pirsgirêka Kurd gihîştiye astek ku çareseriyek lezgîn hewce dike û astengiya herî mezin a li pêşiya wê dewleta  TC. bûye. Ew rastîya ku ji alîyê dewletê ve hatiye qebûlkirin nîşana vê yekê ye. Bê guman, divê were dîtin ku ji bo dewlet TC. bigihêje qonaxeke wisa, Rêber Apo di şert û mercên ku rehîn tê girtin de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir.

Biryarên ku di Kongreya 12emîn a PKKê de li ser banga Rêber Apo hatine girtin, çareseriya pirsgirêka Kurd çawa dikare pêk were, nîşan da. Banga Rêber Apo û bersiva PKKê ji aliyê gelên Anatoliya û Mezopotamyayê ve jî hatin qebûlkirin. Bêguman divê were destnîşankirin ku rola kesên ku hebûna xwe xistine vê dozê di pêkanîna qebûlkirinek wisa de pir girîng e. Ji ber vê yekê, di pêvajoyek wiha de ku em tê re derbas dibin, kesên ku vê rolê digirin ew kes in ku herî zêde behsa wan tê kirin û navên wan di civakê de herî zêde têne behs kirin. Sirri Sureyya Onder ê ku di 3yê Gulana 2025an de jiyana xwe ji dest da û Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ên ku di Kongreya 12emîn a PKKê de şehadeta wan hatibû ragihandin, di nav wan de ne. Ev pêvajoya ku em tê re derbas dibin, di şexsê van lehengên nemir ên ku hebûna xwe ji bo gelê xwe terxan kirine, watedar bûye.

Em careke din van lehengên gel ên nemir û şoreşgerên pêşeng bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, pêwîste Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mustafa Mesut Tekik ê ku di encama qeyran dil de jiyana xwe ji dest da jî bi bîr bînin. Mustafa Mesut Tekik li bajarê petrolê yê Êlihê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Li bajarê karker û kedkaran Êlihê, hişt ku di temenê xwe yê pir ciwan de welatparêzî, raman û têkoşînê nas bibe. Ji wê demê û pê ve, wî cihê xwe her tim di aliyê ramanê hilbijartiye.

Êlih yek ji bajarên herî navdar ên karker û kedkaran li Kurdistanê bû, ji ber ku ew bajarekî petrolê bû. Ji ber vê yekê ji bajar û navçeyên derdorê gelek koçberî wir bûn. Ne tenê ev. Bû yek ji navendên gelek rêxistin, nijadperestên paşverû, sosyal-şovenîst, bi dest dewletê çete yên kontra-olî li wir werin bicihkirin. Ji ber vê yekê, ji nîvê salên 1970an vir ve, Êlih bûye bajarekî, hewl tê dayîn ku înkara neteweyî were pêşxistin. Yek ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Apoyiyan Hakî Karer di pêvajoyeke wiha de li Êlihê xebata rêxistinî da destpêkirin û piştre Mazlum Dogan jî xebata rêxistinî girt ser xwe û ew gihand astek bilindtir. Ev pêşketina Tevgera Apoyî bala beşên feodal-komprador ên mêtinger û hevkar kişand û ew kir hedefa êrîşên wan.

Bi vî awayî, Êlih di demek kurt de bû bajarekî ku Tevgera Apoyiyan bandor li gel kir, ew birêxistin kir û seferber kir. Herî zêde bandor li ser kedkar û karkerên petrolê yên ji Êlihê çêkir, Di encamê de, wan di hilbijartinên Sendîkaya Petrol Îşê de, dengê xwe dan namzedê ku ji hêla Apoyiyan ve dihat piştgirîkirin û li wir pêşengiya derketina tevgera karker a rêxistinkirî kirin. Paşê, ev piştgirî veguherî piştgiriya hema bêje hemû mirovên li Êlihê dijîn. Di hilbijartinên herêmî de namzetê ku Apoyiyan piştgirî didayê Edîp Solmaz wekî şaredar hat hilbijartin û ev jî rastiye wisa nîşan dide.

Ev piştgiriya ku gelê Êlihê da Tevgera Apoyiyan di dema darbeya leşkerî ya faşîst a 12ê Îlona 1980an û salên piştre de jî zêdetir bû. Di rewşeke ewqas dijwar de, Mustafa Mesut Tekik bênavber li ser rêya ku hilbijartibû meşiya. Pêşî li sendîkaya Petrol-Îşê ya Êlihê xebitî û li wir wekî serokê şaxê sendîkayê xebitî. Paşê, beşdarî Lijneya Rêveberiya Navendî ya Sendîkaya Petrol-Îşê bû. Di 1ê Gulana 2015an de, di serdema ku “Plana Çokdanînê” dihat sepandin de, beşdarî organîzekirina mîtînga 1ê Gulanê ya li Êlihê bû. Di 1ê Gulanê de Konfederalîzma Demokratîk a Kedê parast. Wî erk û berpirsiyariya ku girtibû ser xwe bi awayekî zelal û eşkere diyar kir ku azadiya kedê tenê bi meşa li ser rêya ronîkirî ya Rêber Apo û azadkirina welat û gel dikare were bidestxistin. Ji ber vê sedemê, wî banga têkoşîns ji bo avakirina Civakeke Demokratîk kir û peywira girtibû ser xwe bi cih anî.

Mustafa Mesut Tekik demek kurt beriya wefata xwe, di encama bombebarana balafirên şer ên tirk de li başûrê Kurdistanê-Silêmanî xwişka xwe, şoreşgera kurd û xebatkara çapemeniya azad Gulistan Tara winda kiribû. Demek kurt beriya şehadeta Gulistan Tara, bavê xwe yê ku bi welatparêziya xwe dihat nasîn û rêz jêre dihat girt li Êlihê winda kiribû. Wî her tim cihê xwe di têkoşîna azadiya gelê xwe, welatê xwe û kedê de girt. Her cihê ku pêwîst lê hebû ew li wir bû. Di hemû xwepêşandanan de di rêzên pêşîn de bû. Heta kêliya dawî jî wisa bû. Wî beşdariyeke çalak nîşan da û xwest ku ji wê zêdetir jî bike. Dema agahiya wefata wî hat ragihandin jî, ew ne yekem kesê ku ew bi xwe bû. Hinan jî pirsî, “Kê koça dawî kir?” Ji vî alî ve, wefata Mustafa Mesut Tekik di demek zû û nepêşbînîkirî de çêbû.

Mustafa Mesut Tekik parêzvanekî bêwestan ê gelê xwe, welatê xwe û têkoşîna azadiya kedê bû. Me ew bi awayekî zû û di demek nexwestî de winda kir. Tiştên ku wî bikira û beşdarî Têkoşîna Civaka Demokratîk bibûya hebûn. Qebûlkirina wefata wî pir dijwar bû. Ji niha û pê ve, erk û berpirsiyariya me ye ku em bîranîna wî, têkoşîna wî û tiştên ku ew ê bikara, hilgirin ser milên xwe.

Ez bawer dikim ku Mustafa Mesut Tekik tenê bi vî awayî dikare were zindî hiştin. Ez wî bi rêzdarî bi bîr tînim û sersaxiyê ji malbat, xizmên wî û hemû gelê me, bi taybetî jî ji gelê Êlihê re dixwazim.