15 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Meşvanan li ber meclisê bang kir

Meşa ‘Ji bo nan û aştiyê budçe’ ku ji aliyê DEM Partiyê ve li 4 navendan hatibû destpêkirin, piştî 2 rojan daxwazên xwe li ber meclisê anîn ziman.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM (Partî) bi tevlîbûna Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan di 12ê mehê de li 4 baskan ber bi Enqereyê çalakiya meşê dan destpêkirin. Girse bi şîara, ‘Ji bo nan û aştiyê budçe’ li Êlih, Tekîrdag, Aydin û Hatayê meşiyan, îro gehiştin Enqereyê. Girseya ku Hevserokên Giştî yên DEM Partî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, parlamenter, endam û nûnerên saziyên demokratîk jî di nav de bûn li parka Cemal Sureya ya navçeya Çankayayê ya Enqereyê hat ba hev. Girs bi otobusan hat parkê û li vir ji aliyê girseya li parkê ve bi çepikan hat pêşwazîkirin.

Girseya ku cilên li ser ‘Ji bo nan û aştiyê budçe’ dinivisî li xwe kiribûn li vir pankart vêkirin û dirûşm berzkirin. Girse li parkê heta deriye Dîkmenê yê meclisê bi berzkirina dirûşmeyên, ‘Nan, aştî azadî’, ‘Ji sermayeyê re na ji kedkaran re budçe’ û ‘Ji şer re na ji aştiyê re budçe’ meşiya. Li ber deriyê Dîkmenê daxuyanî hat dayin.

Daxwaz bi çuwalekî teslîmî meclisê kirin

Li ber deriyê Dîkmenê yê meclisê endam û nûnerên saziyên demokratîk û partiyên siyasî, mamoste, ciwan, xwendekar, jin, cotkar û karkerên tev li meşê bibûn pirsgirêkên ku dijîn û daxwazên xwe anîn ziman. Herwiha nameyên ku ji daxwazên karker, cotkar, jin, ciwan û welatiyên ku ji meşvanan re şandibûn jî di hundirê çiwalekî de radestî parlamenteran hat kirin ku wan daxwazan bibin meclisê.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li vir axivî û silav ji meşvanên 4 baskan meşiyan û karkeran kir. Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku budçe ji şer re hatiyê veqetandin û wiha axivî: “Niha li meclisê budçe tê axaftin em jî li vir dibêjin; em li vê budçeyê re dibêjin na. Di wê budceyê de mafê karker, cotkar, jin û ciwanan tune ye. Em jî ji ber wê ji vê budçeyê re dibêjin na. Di budçeyê de bijîşk û karmend tune ne. Îro li Tirkiyeyê enflasyoneke mezin heye. Ew jî tê wateya bihabûn, bêkarî û xizaniyê. Li sermayeyê bacê nagirin û hemû bar dane ser karker û cotkaran. Em vê yekê qebûl nakin. Her tim em ê bêjin ji ked û aştiyê re budçe. Em dibêjin aştî û dibêjin êdî dawî li budçeya şer bînin. Ji bo careseriya pirsgirêka kurdan hewceye ji çekan re budçe neyê veqetandin. Lê mixabin îsal jî tevî pêvajoya astiyê jî budçeyeke zêde ji şer re hat veqetandin. Weke DEM Partî em li dijî vê derketin û me xwest ji aştî û kedê re budçe bê veqetandin.”

‘Deng û têkoşîna xwe bilind bikin’

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî anî ziman ku ew ê di meclisê de jî ji bo budçe ji aştî û kedê re bê vêqetandin têkoşîna xwe bidomînin û ev tişt gotin: “Heke em tênekoşin tu kes ji karker, cotkar, jin û ciwanan re budçe venaqetîne. Derdê desthilatê ne karker in lê sermaye ye. Derdekî meclisê wisa tune ye. Ji bo wê divê em deng û têkoşîna xwe bilind bikin ku budçe bibe ya me. Ji bo wê em li 4 baskan meşiyan ku dengê karker, cotkar, jin û ciwanan bigihînin meclisê. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heke em dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe bidomîn bawer bikin em ê bi serbikevin.”

Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.