13 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Mesûd Barzanî: Em hêvî dikin ku ev pêvajo bigihêje encamê

Serokê PDKê Mesûd Barzanî derbarê biryarên kongreya PKKê de daxuyaniyek da û got, “Em hêvî dikin ku ev pêvajo bigihêje encameke baş û xizmeta berjewendiyên hemû aliyan bike.”

PKKê biryarên Kongreya xwe ya 12emîn a ku di 5-7ê Gulanê de li dar xist, bi raya giştî re parve kir. Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzani derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Mesûd Barzaniyê di peyama xwe de ev tişt got: “Cihê kêfxweşiyê ye ku partiyên li Tirkiyeyê helwesteke erênî nîşan didin û di çarçoveya pêvajoya çareseriya aştiyane de gavên avaker ji bo çareseriyekê diavêjin. Bi heman awayî, PKK jî kongreya xwe li dar xist û rêze biryar da. Em hêvî dikin ku ev pêvajo bigihêje encameke baş û xizmeta berjewendiyên hemû aliyan bike. Em diyar dikin ku ji bo ku ev pêvajo serkeftî be, em ê her cûre piştgiriyê bidin.”