2 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Mesûd Barzanî: Divê mafên gelê kurd werin mîsogerkirin

Mesûd Berzanî di peyama xwe ya ji bo konferansê de got ew piştgiriyê didin çareseriyên aştiyane û dîplomatîk û divê mafên gelê kurd bên mîsogerkirin.

Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesa Kurdî ya Rojava li Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê dewam dike.

Di konferansê de nûnerê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî, Hemîd Derbendî peyama Mesûd Barzanî xwend.

Di peyamê de lidarxistina konferansê hat pîrozkirin û wek gaveke girîng ber bi yekitiya Kurdan a li Sûriyeyê ve hate nirxandin.

Mesûd Barzanî di peyama xwe de spasiya Mezlûm Ebdî kir ku roleke sereke di yekkirina helwesta Kurdan de lîstiye û hêvî kir ku konferans hêviyên gelê kurd bi cih bîne.

Di peyamê de hate gotin, bûyerên ku li herêmê rû didin bû wesîle ku gelê kurd ji bo mafên xwe têkoşînê bike û wiha hat domandin: “Em piştgiriyê didin çareseriyên aştiyane û dîplomasî. Em hêvî dikin ku gelê kurd ji bo mafê xwe têkoşînê bike û di destûrê de mafên Kurdan werin mîsogerkirin û gelê Kurd tevahî mafên xwe yên rewa bi dest bixe. Ev konferans dê rê li ber hêzên kurdî û kurdistanî veke ku bibin yek û nêrîna gelê Sûriyeyê di Sûriyeya nû de bike yek, ev jî dê bandoreke erênî li welatên cîran bike.”