Dema behsa têkoşîna li dijî tundiyê tê kirin, dema behsa têkoşerî û pêşengiyê tê kirin, raste rast jinên kurd tê hişê mirov. Lê ji bo ku mirov behsa wê mijarê bike gelekî zehmete ku mirov bikaribe mafê wê mijarê bide.
Ji ber têkoşerî, berxwedan û fedaklariya jinên kurd di dîroka berxwedana gele kurd a nûjen de rûpelên zêrîn li dîroka têkoşîna jinan zêde kirine.
Nav û dengê têkoşîna jinên kurd ne tene ji bo kurdan lê ji bo hemû cîhanê bûye mînak û sembola berxwedana jinan.
Her çendî mirov bikaribe bi çend navên pêşeng behsa têkoşîn û berxwedana jina kurd bike lê dîsa wê kêm bimîne û nikaribe vê têkoşîn û berxwedana bêhempa bîne ziman, ji ber ku ji bilî wan navan bi hezaren têkoşerên bênav û deng hene ku ne tên zanîn û ne jî tên hejmartin.
Ez gelekî dûr neçim, hema ez bi Zîlan dest pê bikim ku di wê demê de bûbû nasnameya têşoşîna jinê û li hemberî bêdengî û zilm û zorê bibû dengê defa hewarê. Zîlan bi wateya çalakiya xwe ji bo jinan bûbû xet, nasname û kesayeta berxwedêr a jinên kurd.
An jî bi bêrîtanê dest pê bikim ku heta kêlîka dawî li ber xwe da û ji bo nekeve deste xwefiroş û dijminan ji çiya ber bi ezmanê azadiyê ve firiya. Di heman têkoşînê de li Heftanînê bi pêşengiya fermandara eniyê Azîme (Mihriban Saran) û li Xakurkê hevala Bêrîtan (Gulnaz Karataş) berxwedaneke destane dihate kirin.
An jî ka ez ji Arîn Mîrkan dest pê bikim ku bi cesaretek mezin û ji bo parastina hevalên xwe çawa canê xwe feda kir. Dema çeteyên DAIŞê wê çeper dagir bikirana, ji bo paşvekişandina hevalên xwe û bikaribe berxwedanê bidomîne, xwe feda kir. Navê Arîn Mîrkan ji wê demê ve bûye sembola biryardariya berxwendana jinan, îradeya nayê şikandin û parastina jiyan û azadiyê dike. Li her cihê ku jin ji bo mafên xwe têdikoşin, ji bo rêwîtiya ruhê wê bidomînin, bûye çavkaniya îlhamê.
An jî ez bi çîroka têkoşîna Sema (Sema Yuce) û hevrê Gulan (Fîlîz Yerlîkaya) ku şopdarên hevrê Zîlan in dest pê bikim. Heke wiha bikim divê ez behsa hevrê Raperîn Amed, Bêrîvan Zîlan, Leyla Agirî û hemû şehîdên vê têkoşînê yên meha Hezîranê bikim. Semaya ku gotibû: ‘Li ezman du roj nabe’.
An jî ez ji çîroka sê jinên têkoşer Sakîne, Leyla û Fîdan dest pê bikim, ku wan ji bo rastkirina neheqiya dîrokî şer dikirin lê hêzên tarî yên ku ji rastî û heqîqeta têkoşîna wan ditirsiyan ew qetil kirin.
An jî ez hinekî behsa Viyan Soran bikim ku bi çalakiya xwe di xeta azadiyê de navê xwe di dîrokê de nivîsî û li hember komplo û faşîzma mêr-dewletê helwestekî herî radîkal a îsrara di jiyana azad de nîşan da. Viyan Soran bû pîvana girêdan û baweriya bi jiyana azad ve.
Her navek ji van navan bi xwe re bi sedan hevalên têkoşer tîne ziman û zimanê mirov li hemberî wan têkoşeran bêtir lal û bêkêr dibe. Lê ez behsa çend hezar navan jî bikim lê dîsa dê bi hezar navên ku di ezmanê têkoşîna bêhempa de bê nav û deng bê xatirxwestin û bi fedakariyeke mezin hilkişyana ezmanê heftan, hene. Ew ji bo hevalên derdora xwe hêvî û moral bûn, pêşeng û fedakar bûn her yek ji wan dê di wijdanê gele xwe yê dilsoz de wekî stêrkeke herî geş bijî. Her yek jı wan dibe ku ez û te wan nas nekin lê di hiş û bîranînên rêhevalên wan ên rojên têkoşînê de her bimînin meşeleya têkoşîn û fedakariya bêhempa.
