Meşa “Rêzgirtina Li Vînê” ku di 30’ê hezîranê ji herêma Marmara û Egeyê dest pêkir, piştî meşa 7 rojan gihişt sînorê Colemêrgê. Meşvan îro gihiştin ser çemê Geliyê Zapê. Meşvanan îro di danê sibê de li navçeya Elbakê ya Wanê dest bi meşa xwe kirin û bi dirûşemeyên “Jin jiyan azadî”, “Colemêrg ya me şaredarî ya me ye”, “Bijî berxwedana gelê kurd” û “Kurdistan dê ji bo faşîstan bibe goristan” ket di nava sînorên Colemêrgê. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî serê sibê tev li karwanê meşê bû.
Komek jinên femînîst meşvan li ser Pira Ciwanên Şoreşger ku Denîz Gezmîş û hevalên wî ev ava kiriye, pêşwazî kirin. Meşvanan û Jinên Femînîst li ser pirê daxuyanî dan û piştre demekê bi hev re meşiyan. Dû re Jinên Femînîst derbasî Colemêrgê bûn û li wir jî daxuyaniyek dan. Meşvanan jî bi hemû coşa xwe meşa xwe tevî germa Geliyê Zapê jî berdewam kirin û gihiştin Gundê Erzinkê ku dê şev lê bimînin. Meşvanan li vir demekê govend gerand û bi peyamên xwe yên bibiryar roja xwe bidawî kirin.
Meşvan dê sibê ji Gundê Erzîngê dest bi meşê bikin û heta Depînê ye bimeşin.