12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meşa ‘Rêwîtiya Azadiyê’ didome

Meşa 'Rêwîtiya Azadiyê' ya ciwanên kurd û enternasyonalîst 5 roj in didome

Meşa ‘Rêwîtiya Azadiyê’ ya ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin, 5 roj in didome. Beriya meşê ciwanan êrişên Tirkiyeyê yên bi çekên kîmyewî û taktîk nukleer ên li dijî şervanên kurd şermezar kirin. Ciwanan kincê spî li xwe kirin û bi dûyê zer ku çekên kîmyewî nîşan dide, çalakiya şermezarkirinê lidar xistin. Ciwanan nîşaneyên ku temsîla gerîla dikin bi kar anîn û piştre hovîtiya Tirkiyeyê ya li hemberî cenazeyê Tolhildan Tekman (Yilmaz Ûzûn) şermezar kirin.

Bertekên li dijî tecrîdê

Ciwanan piştre daxuyaniyek dan û diyar kirin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di bin tecrîd û komployeke giran de berxwedaneke xurt nîşan dide. Ciwanan anîn ziman ku nêzî 30 meh in bi ti awayî agahî ji Ocalan nayê girtin û gotin: “Tecrîda li ser Rêber Apo tê wateya jinedîtî hatina qirkirina gelê kurd. Saziya CPT heta niha daxuyaniya xwe ya bi Rêber Apo re eşkere nekiriye. Berpirsyarên komploya navneteweyî ku Rêber Apo xistin Girava Îmraliyê, niha jî êrîşên dewleta tirk ên li dijî me ji nedîtî ve tê. Dewleta tirk jî her roj êrîşî gelê me dike.”

Ciwanan diyar kirin ku kurd bi rêk û pêk têneq etilkirin, li girtîgehan her roj têne kuştin, zarokên kurd bi panzerên dewleta tirk têne qetilkirin û gotin, “Bi her awayî êrîş li dijî civaka Kurd tê kirin û ev yek jî bi destûra hêzên serwer pêk tê. Rêxistinên Mafên Mirovan demeke dirêje van ji nedîtî ve tên. Ev yek durûtiya Ewropayê nîşan dide.”

Ciwanan  anîn ziman ku li dijî hovîtiya dewleta tirk û xayinan tenê peyameke ciwanên Kurdistanê heye û ew jî tolhildan e û gotin: “Me ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin. Me Tolhildan Tekman, Egîd Îpek û Hakan Arslan ji bîr nekir. Me Şehîd Helbest û Şehîd Baz ji bîr nekir. Me Dayika Taybet ji bîr nekir. Me qetilkirina Garîbe Gezer ji bîr nekir. Me xiyaneta li hemberî hevalê Harûn ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin. Weke ciwanên Apoyî em ê her tim şopdarên Rêber Apo bin. Em ê li gorî soza ku me dane Şehîd Alî Çîçek tevbigerin. PKK’ê ne xiyanet, lê berxwedan hînî me kir. Heta Rêber Apo azad bibe. Heta Kurdistan azad bibe.”

Ciwan wê îro bi 15 kîlometreyan bimeşin. Êvarê wê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Mulheîmê li hev kom bibin û daxuyaniyekê il ser girîngiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ bidin, bi vî rengî dawî li çalakiya xwe bînin.