Piştî ku di 4’ê Mijdarê de Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê kir, gelê Êlihê hefteyeke çalakiyên li dijî qeyûm li kolanan berdewam dike. Gel 8 roj in çalakiyan li dar dixin. Gel careke din daketin qadan û li Parka Yilmaz Guney kom bûn. Îro rêxistina DEM Partiyê ya Sêrtê piştgirî da çalakiyên Êlihê û tev li meşa gel bûn. Girse dê heta Xaçeryêya Basinê bimeşe. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ym DBP’ê Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partiyê, aktîvîstên TJA, nûnerên saziyên sivîl û hilbijarityên Sêrtê beşdarî meşê bûn.
Girseya gel li Parka Yilmaz Guney govenda berxwedanê bi stranên Kurdî gerand. Heyeta ku ji Sêrtê ji bo piştevaniyê hat, bi qîrîna dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Jin jiyan azadî” pêşwazîkirin. Girseya gel bi dirûşmeyan ber bi xaçerêya Basînê ve dimeşe.
Girse di meşê de bê navber dirûşmeyên “Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e”, “Bijî berxwedana gelê kurd”, “Gelê Êlihê ranezê, li vîna xwe xwedî derkeve” û “Bijî berxwedana Êlihê” berz dikin.
Tevî hewaya sar gel meşa xwe berdewam dike.