“Meşa Mezin a Azadiyê” ya Qersê ku wê 15 rojan bidome û ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kir. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevseokê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat, parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes beşdar bûn. Li salona ku daxuyanî dan, pankarta: “Em di 1-15’ê Sibatê de ji bo azadiyê dimeşin û dem dema azadiyê” hate daliqandin û meşvanan pêşmalkên bi nivîsa “Meşa azadiyê” li xwe kirin. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Parlamentera Partiya DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal ve hat dayîn.