Meşa Mezin a Azadiyê ku di 1’ê Sibatê de ji Wan û Qersê dest pê kir, di roja sêyemîn de didome. Milê Wanê yê Meşa Mezin a Azadiyê ku bi boneya azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, li Wanê dest pê kir, gihişt navçeya Geverê ya Colemêrgê. Gelê Geverê beşdarên Meşa Azadiyê bi çepik û dirûşmeyan oxir kirin. Baskê ku ji Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, nûnerên MED-TUHAD-FED û gelek saziyên sivîl pêk tê, li avahiya navçeya DEM Partî ya Geverê civiyan. Rêvebirên DEM Partiyê li ber avahiyê ketin rêzê û meşvanên azadiyê slav kirin û bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” oxir kirin.
Şande dema ji navçeyê derketin bi nîşaneya serkeftinê gel slav kirin. Gel jî bi nîşaneya serkeftinê kesên di “Meşa Mezin a Azadiyê” de cih digirin oxir kirin.
Şandeya di nava Meşa Mezin a Azadiyê de cih digire serdana Pira Ciwanên Şoreşger ku Denîz Gezmîş û hevalên wî li ser Ava Zapê ya li Colemêrgê ava kirine, kirin.
Meşvanên azadiyê piştî ji Geverê derketin dê biçin Colemêrgê. Meşvanên ku îro li wir bi gel re bên li cem hevdû, sibehê wê ber bi Şirnexê ve derbikevin rê.