24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Meşa li Strasbourgê dest pê kir

Ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û ji bo azadiya wî ya fîzîkî, ji gelek navendên Ewropayê bi deh hezaran kes hatin Strasbourgê û meşiyan.

Ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê ya li hemberî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Kurdistanî û dostên wan li bajarê Strasbourg ê Fransayê hatin ba hev û meşiyan.

Di meşê de pankarta Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî hate vekirin. Çalakvanên meşa dirêj pêşengiyê ji gel re dikin. Her wiha li pêşiya kortejê posterê mezin ê Abdullah Ocalan hat hilgirtin.

Herwiha pankarta Em bang li Ewropayê dikin: Dawî li êşkence û tecrîda 26 salan a li hemberî Abdullah Ocalan bîne hate vekirin.

Gel flamayên Abdullah Ocalan jî hilda û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Kobanê” û “Bijî Berxwedana Tişrînê” berz kir.

Meşa ku li Bulvara Metz destpê kirî, wê heta Parc De LEtoile bidome.