22 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Meşa dirêj dê azadiyê bîne

Meşa dirêj ku di 21ê çile de dest pê kiribû 21 roj li pey xwe hişt. Meşvanên Meşa Dirêj di meşê de rastî eleqeyek mezin tên. Meşvan esnaf û nûnerên saziyan ziyaret dikin û li ser felsefeya Abdullah Ocalan û tecrîdê diaxivin

Kurdan 26 salên Komloya Navneteweyî li pey xwe hişt. 26 sal in li Greva Îmraliyê tecrîd dewam dike. Rêber Abdullah Ocalan 26 sal in li Îmrlaliyê li dijî tecrîdê didome. Kurd û dostên kurdan bi salan e li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan têdikoşin. Dostên kurdan di 10ê cotmeha 2023an de pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Têkoşîna ji bo pêngavê bi çalakiyên cuda berdewam dikin. Pêngava ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan îro li seranserî cîhanê belav bûye. Dostên kurdan bi şîara “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” çalakiyên cuda pêş dixin. Îsal jî di 26an salvegera komploya navdewletî de 26 kesan meşa 26 rojan dan destpêkirin.

Di çarçoveya pêngavê de 26 kes, 26 rojan ji bo 26 salan di 21ê çile de li Parîsê dest bi meşê  kirin û meş didome. Meşvan dê di 14ê Sibatê de bigêjin Strasbourgê.

Meşa Dirêj a ku 21ê Çileyê li bajarê Lorient ê Fransayê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de dest pê kir, di roja xwe ya 20emîn de bi coşeke mezin berdewam dike.

Ciwanên enternasyonalîst û ciwanên kurd di 9ê sibatê de li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê kom bûn û beşdarî meşê bûn. Meşvanên azadiyê ku ji 26 kesan pêk tên û ciwanên kurd û enternasyonalîst dê di 14ê Sibatê de li Strasbûrgê bigêjin hev û dê di 15’ê Sibatê de li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi meşeke girseyî beşdarî mîtîngê bibin. Ciwanên kurd û enternasyonalîst li Frankfurt ê Elmanyayê banga tevlîbûnê kirin ku bi beşdariya bi sedan ciwanî pêk were.

Ciwanan diyar kirin ku weke ciwanên kurd ên li Frankfurtê wan xwe ji bo bo Meşa Dirêj amade kirine û gotin:  “Rêber Apo di sala 1999an bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin 26 sal in li ber xwe dide, di nava vê demê de paradîgmaya wî ya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê bi Şoreşa Rojava re kete meriyetê. Ciwanên ku di 10ê sibatê de dest bi meşê kirin dê heta 15ê Sibatê bi mîtîngê dawî li meşa xwe bînin. Bi sedan ciwanên ku beşdarî meşê bûn gotin: “Em bang li ciwanên kurd û dostên gelê kurd dikin ku beşdarî Meşa Dirêj a 2025an bibin. Meşa Dirêj a îsal wê ji bo azadiya Rêber Apo be.”