Nûnerên gelê kurd û gelên bindest 9 roj in ji bo parastina vîna xwe dimeşin. Ji bo azadiya mafê xwe dimeşin. Bi coş, bi kelecan û bi biryar dimeşin. Bi hestê asatiyê û bê westan dimeşin Colemêrgê. Li dijî qeyûm, li dijî tecrîdê û li dijî şer dimeşin. Ji bo aştî, wekhevî û azadiyê dimeşin. Her ku dimeşin geş dibin. Bi meşê geş dikin û govenda azadiyê xweş dikin.
Nûnerên hemû pêkhate û saziyên kurd û dostên kurdan 9 roj in ji bo parastina vîna xwe û hebûna xwe dimeşin. Ji bo azadiya mafê xwe dimeşin. Yek bi yek, deh bi deh, kom bûn û hatin. Dilê wan û hestê wan li dora fikra wan bûn yek. Li pey hev rêz bûn, meşiyan û herikin bajarê Wanê. Ji herêma Marmara, Ege, Anatoliya Navîn û herêma Çukurovayê kom bûn û herikîn Kurdistanê. Ewil li Êlihê gihiştin hev û piştre berê xwe dan Wanê. Wan yek ji Keleha berxwedaê ye. Gelê Wanê bi berxwedana xwe destûr neda ku tovê qûm li ser axa wan û bajarê wan zîl bide. Di 30’ê Hezîranê de ji Marmara û Egeyê ketin rê. Ji Rojavayê Tirkiyeyê berê xwe dan Rojhilatê Kurdistanê. Ji rojava, ango cihê ronî winda dibe û tarî serwer dibe berê xwe dan Rojê. Berê xwe dan rojhilat ango cihê tarî winda dibe û ronahî belav dibe. Di 3’ê tîrmehê de gihiştin Wanê ango bihişta Kurdistanê. Silavên xwe ji Bahra Marmara, Ege û Deryaya Spî anîn. Çi çiyayê Toros, Nûrhaqan anîn û gelê Wanê silav kirin. Gelê Wanê jî bi aramiya Gola Wanê û heybetiya çiyayê Artoş û Sîpanê meşvanên ji bo parastina azadiya vînê hembêz kirin. Gel bi germahiya xwe, xwezayê jî bi rengê biharê meşvan pêşwazî kir.
Meşvanên ji Tirkiye û bajarên Kurdistanê herikîn, piştî meşa 3 rojan li Wanê bi kelevan û coşek mezin gihiştin hev. Rengê yekîtiya gelan li vir ava kirin û bi vê hêz, kelecan û coşê ketin rêya Colemêrgê. Karwanê meşvanan bi tevlêbûna jin, ciwan, zarok, kal û pîran nişan da ku ji zarokan heta kal û pîran bi yek dilî, ji bo azadiyê dimeşin. 15 kîlometre rê meşiyan. Bê westan û rawestan meşiyan. Bi stran û govendê meşiyan û xwe gîhandin deşta Payizava. Şeva xwe bi gelê payizava re derbas kirin. Gelê payizava meşvan bi coş pêşwazî kirin. Her çend şev sar bû jî lê coş û kelecana dilê wan bedena wan germ dikir. Her çend piştî meşa çend rojan beden westiya bû jî dilê wan ber bi Colemêrgê lê dida.
Serê sibê bi hilatina Rojê jiyar bûn û bi kelecan berê xwe dan Xoşavê. Li pey hev rêz bûn. Rêya wan yek, dilê wan yek û hestê wan yek bû. Dan şopa hev û meşiyan. Serkêşê meşê Apê Abdul Hafiz Çîftçî yê 83 salî bi stran û govenda xwe hêz û coşa xwe kêm nekir. Dûkêşê meşê Mehmet Emîn ê dengbêj jî starên xwe kêm nekir. Hem hêz da meşvanan û hem coşand. Xwezayê bi dar û berê xwe, bi çiya û newalên xwe, bi gul û çîçekên xwe yên rengîn nefes û ruh da meşvanan. Her ku meşvan meşiyan, xwezaya Kurdistanê bi rengên nû ew pêşwazî kir. Meşvan çem û rûbar derbas kirin. Zevî, bax û bostan derbas kirin. Li gundan rawestiyan û bêhna xwe dan. Gundî silav kirin û gundiyan ew hembêz kirin. Karwanê meşvanan cotkar, şivan û gavan derbas kirin. Şivan, gavan û çotkaran ew bi nîşaneyên serkeftinê û bi rêzdarî pêşwazî kirin. Her ku rê maşiyan, maşîne derbas kirin. Her ajokarê rastî karwana meşvanan hat, bi korneyan coş û tempoya meşvanan zêde kir û hêz da meşa wan. Meşvan bi hêz û coşa ku gundî, çotkar û ajokaran da wan berê xwe dan Xoşavê. 33 fitlonekên (viraj) bi nefesekê û di rojekê de derbas kirin û xwe gihandin Xoşavê. Keleha Koşavê ew bi serbilindî û heybetiya xwe, ava Xoşavê jî ew bi aramiya xwe pêşwazî kirin. Meşvan şeva duyemîn li Bajaroka Xoşavê bûn mêvan. Li kontara Keleha Koşavê û tenişta ava Xoşavê govend gerandin û stran gotin. Stranên wan li kelehê kolan da. Rojhilat dîsa berê xwe dan rojê û meşiyan. Dan şopa hev û beziyan. Bi kelecan, tempo û coş çiya derbas kirin. Newal derbas kirin û xwe gihandin Elbakê. Meşvanan li vir jî govend û stranên xwe kêm nekirin. Bi hevre stran gotin, bi hevre govend gerandin û bi hevre meşiyan.
Her ku roj derbas dibe kelecan û coşa meşvanan jî zêde dibe. Her çend ku westiya bin û bine piyê wan bûbin peq jî, bêyî gun bidin êşa piyê xwe meşa xwe didomînin. Meşvan di roja şeşan de ji Elbakê berê xwe didin Geliyê Zapê. Bi strana Zapê Rojê silav dikin û ji Elbakê dimeşin Geliye Zapê. Meşvan beriya ku bigêjin Geliyê Zapê, li ser Pira Denîz Gezmîş bêhna xwe didin. Bi hêz, biryar û sekna Denîz Gezmiş û felsefeya yekîtiya gelan tempoya xwe zêde dikin û berê xwe didin Zapê. Dengê Zapê tempoya wan zêde dike. Xume Xuma ava Zapê kelecan û coşa wan bilind dike. Westê ji wan distîne û coşê dide wan. Dema xwe digînin Zapê hemû mest dibin. Êdî westanê ji bîr dikin û bi ruhekî nû, coşeke nû û hêzeke nû meşa xwe didomînin. Meşvanan bi coş û xum xuma ava Zapê meşiyan û xwe gîhandin gundê Erzinkê şeva hefta li vir derbas kirin. Meşvanan li vir demekê govend gerand û bi peyamên xwe yên bibiryar roja xwe bidawî kirin.
Her karwan meşiyan meşvan li wan zêde bûn. Her rojê hinek mêvan û meşvan li xwe zêde kirin. Rojekê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, rojekê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li xwe zêde kirin, di roja 8’an de jî Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogullari coş û kelecanek din tev li meşê kir. Rojekê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak, rengekî din li meşê zêde kir. Her ku meşiyan zêde bûn, her ku meşiyan wekî xwezaya Wan û Colemêrgê rengîyina xwe zêde kirin. Meşvan li Geliyê Zê ango Zapê 17 kîlomtre rê meşiyan. Ji Zap 3’yan heta Depînê meşa meşaleyî hatin lidarxistin. Bi mexaleyên xwe tarî ronî kirin. Çiyayên bilind ronî kirin. Di meşê de coş û peroşa meşvanan hêjayî dîtinê bû û bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Welatiyên li ser rê jî piştgirî dan meşê û meşvan dê şeva xwe li Depinê derbas kirin.
Meşvan îro serê sibê ji Depînê berê xwe didin Colemêrgê. Meş bi coş û kelecanek mezin didome. Parlamentera Stenbolê Çîçek Otlu ku bi nasnameya sosyalist tê nasîn serkêşiya meşê neda tu kesî û ala yekitiya gelan ji destê xwe berneda. Meş dê li Colemêrgê bigêje lûkteya herî bilind. Tê payin ku meşvan bi coşa herî mezin û girseya herî mezin bên pêşwazîkirin.