3 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Meryem Îbrahîm: Ji bo entegrasyonê divê Tirkiye piştgiriya danûstandinan bike

Berdevka Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meryem Îbrahîm diyar kir ku danûstandinên wan bi Şamê re gihiştiye qonaxa nîqaşkirina vegera koçberan bo warên xwem. Herwiha destnîșan kir ku eger Tirkiye dixwaze entegrasyon çêbibe, divê piștgiriya danûstandinan bike.

Piștî ketina rêjîma Bassê û hatina hikûmeta nû ya demkî, ji bo misogerkirina mafên pêkhateyan, guhertina destûra yekalî û parastina nirxên kurd, danûstandinên di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şamê de dewam dikin.

Di 7ê cotmehê de Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şandeya hikûmeta demkî ya Şamê, di çarçoveya bicihanîna bendên rêkeftina 10ê adarê ya di navbera HSDê û Şamê de hatibû îmzekirin, li Şamê civiyan.

Berdevka Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meryem Îbrahîm têkildarî danûstandinên wan bi hikûmeta Sûriyeyê ya demkî re bersiva pirsên Rojnameya Xwabûnê da.

Meryem Îbrahîm di destpêka nirxandinên xwe de diyar kir ku hebûna HSDê di nava artêşa nû ya Sûriyeyê de dê bibe bingeha avakirina artêşeke birêxistinkirî ku parastina tevahî sûriyeyiyan bike û got: “Danûstandinên me bi Şamê re gihiştiye qonaxa nîqaşkirina vegera koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji bo warên xwe. Rewşa Koçberan bi hatina zivistanê re zehmetir bûye bi taybet piştî hatina hikûmeta Şamê ya demkî, heta niha tu gav ji bo vegera koçberan nehatiye avêtin. Di hemû danûstandinên me de em girîngiyeke mezin didin vegera bi ewle ya koçberan. Bi taybet di civîna me ya dawî de li gel Şamê, me sîstema ku em li ser karbikin, dosyeya perwedeyê û makanîzmeya entegrasyona HSDê û Hêzên Ewlekariyê di nava artêşa nû ya Sûriyeyê de nîqaş kir. Di nîqaşan de lihevkirineke mebdeî li ser entegrasyona HSDê û Hêzên Ewlekariyê weke kom û lîwa hat kirin. Em dibînin ku hebûna HSDê di nava artêşa nû ya Sûriyeyê de dê bibe bingeha avakirina artêşeke birêxistinkirî ku Sûriyeyê bi hemû reng û pêkhateyên wê biparêze.

“Herdu alî tekezî li ser sîstemeke nenevandî dikin”

Meryem Îbrahîm di nava nirxandinên xwe de bal kişand ser girîngiya sîstema nenavendî û mekanîzmeya pêkanîna wê û ev tişt anî ziman: “Xala me ya sereke ku her dem cihê xwe di nava danûstandinan de digire û weke xeteke me ya sor tê dîtin, sîstema nenavendî ya ji bo Sûriyeyê ye. Herdu aliyan di danûstandinan de tekezî li ser avakirina sîstemeke nenevandî, pirrengî û demokratîk ku ne tenê ji bo herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lê belê ji bo tevahî herêmên din ên Sûriyeyê li hev kirine. Ev yek jî êdî nermbûna helwesta li hember nenavendiyê diyar dike. Sûriye êdî nikare weke berê bi yek rengî jiyan bike. Sûriye bi pirrengiya xwe ya çandî, olî û mezhebî tê naskirin ji lewra sîstema herî guncav ku karibe hemû pêkhateyan di nav xwe de hembêz bike û rê li ber şer û aloziyan bigire, sîstema nenavendî ye.”

‘Sîstema li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo pêvajoya entegrasyonê model e’

Meryem Îbrahîm di berdewamiya nirxandinên xwe de wiha got: “Sîstema li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo pêvajoya entegrasyona ku ew dixwazin bigihêjinê modelek e. Bûyerên dawî yên di navbera taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Hêzên Ewlekariya Giştî ya hikûmeta nû de rû dan rewşeke rengeşeyê di nava xelkên herdu taxan û xelkên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ava kir. Rûdana bûyeran wiha zirarê dide rêkeftinan û temenê aloziya li Sûriyeyê ku gelek êş û wêranî li dû xwe hişt, dirêj dike. Lê belê em dikarin vê jî bêjin piştî vekirina rêyên sereke û bidawîanîna dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, hêviyên ji bo lihevkirin û danûstandinan herwiha çareseriyên aştiyane zêde bû. Çareseriyên aştiyane pêkanîna xalên rêkeftina 10ê adarê ya di navbera fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û Ehmed El-Şerî de hêsan dike.”

‘Koçber dê bi awayekî ewle û rumet vegerin ser axa xwe’

Têkildarî xebatên komîteyên hevbeş ên di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şamê û vegera koçberan jî Meryem Îbrahîm wiha axivî: “Komîteyên me yên hevbeş niha ji bo pêkanîna awayê entegrasyonê kar dikin. Em weke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû komîteyên me yên ji pêkhateyên ereb, kurd, suryan..hwd pêk tên, amadene ku dest bi xebatan bikin. Bi taybet mijara vegera koçberan bi awayekî bi ewle bêyî ku zirarek bi wan were û garantiya wê jî ji xebatên van komîteyan ên sereke ne. Em hewl didin vegereke ku layiqî êş û azarên koçberan were misoger bikin. Herwiha em tekeziyê li ser vegera koçberan a bi awayekî komî û ne ferdî dikin. Di heman demê de dixwazin vegereke daimî be ku rûmeta koçberan were parastin.”

‘Ji bo entegrasyon çêbibe, divê Tirkiye piştgiriya danûstandinan bike’

Berdevka Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meryem Îbrahîm di dawiya nirxandinên xwe de balkişand ser zextên li ser hikûmeta Sûriyeyê ya demkî û got: “Eger Tirkiye dixwaze entegrasyon çêbibe û danûstandinên wan bi pêş bikevin, divê bi rola xwe rabe û di warê misogerkirina aramî û ewlehiya xaka Sûriyeyê de piştgiriyê bide van danûstandinan. Ji bo astengkirina rêkeftina di navbera şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şamê de, di serî de Tirkiye û gelek hêzên navdewletî zextê li hikûmeta Sûriyeyê ya demkî dikin. Em her dem didin xuyakirin ku divê Sûriye bi xwe xwe birêve bibe û çarenûsa xwe diyar bike. Bi taybet hêzên garantor û yên navdewletî li şûna ku zextê bikin, divê bandoreke erênî li ser Sûriyeyê bikin. Eger Tirkiye dixwaze entegrasyon çêbibe û lihevkirin di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şamê de pêk were, pêwîste bi rola xwe rabe û di warê misogerkirina aramî û ewlehiya xaka Sûriyeyê de piştgiriyê bike. Tirkiye welateke cîran e û aramî û ewlehiya Sûriyeyê bi aramî û ewlehiya Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Tirkiye dikare danûstandinên di navbera me û Şamê de bi pêş bixe, em jî weke şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşwaziyê li rola Tirkiyeyê dikin ku di çarçoveya danûstandinên di navbera herdu aliyan de bi roleke siyasî û aştiyane rabe.”