Xwezîla min bi salên berê, ew salên borî çiqas xweş bûn, paqij bûn, feqîrtî hebû lê rêzgirtin, mirovahî jî hebû. Hemû kesan ji hev re rêz digirtin, helbet nezanîtî jî hebû di wan deman de, lê di nava zanistiyan de wenda dibûn. Weke mezinên me ku em diparastin ewqas qewîn nîn bûn. Lê di dema niha de, hemû tişt tevlihev e, tu nizanî tu yê ji kê/î bawer bikî.
Çend salan ez ji bajarê xwe dûr ketim, çûm li hin bajarên din jiyam. Min çand û hunerên gelek civatan nas kir, hemû jî ji hev cudatir bûn. Hinek bi kêf û hinek jî mirovan aciz dikir, min bi xwe ji hemûyan re rêz digirt ku wan jî ji çand û hunera me re rêz digirt. Piştî salan ez vegeriyam gundê xwe, bajarê xwe, nava civata xwe. Min xwest ez jiyana xwe di nav civata xwe de bidomînim. Dema vegeriyam, li ber çavên min pir tişt hatibûn guhertin, zarokên di qundaxa dayikên xwe de bûn, bûne keç û xortên çeleng, hin cîranên min wek berê, hin jî hatine guhirandin, erd û ezman tev yek e, bax û bustan li der û doran zêdetir bûne.
Zêde dirêj nekim, hinek tişt li ber çavên min zêdetir cuda xuya dikirin. Îca min ji xwe re xaniyê ji dema bav û kalan de maye, paqij kir, boyax kir, li der û dora xanî darên nû çikand. Min bostanek jî avêt, da ku jiyana xwe xweştir bikim û dîsa wek demên berê bijîm. Vir de, wê de, hemû heval û hogiran, cîranan alîkariyeke mezin kir û mil dane ber pişta min.
Ew dem pê hisyam ku Mihemedê Simbêlpîj li der û dora mala min zêdetir digere, çend caran min gazî wî kir û jê re got were çayeke min vexwe, ji ber ku ew cîranên me yên salan bûn. Tu carê bi jina xwe re rast nîn bû, her tim çavê wî li der bû, piştî demekê jina wî êdî li ber xwe nedaye, çûye li cem zarokên xwe bi cih bûye.
Mihemedê Simbêlpîj jî maye tenê, ( Simbêlê wî wek mûyê bizina derdiket, lewma navê wî danîbûn ‘Mihemedê Simbêlpîj). Piştî çend rojan ew dîsa li dora mala min digere, carana jî bi şev. Sibetira din, ez çûm ba cîrana xwe, min jê re behsa Mihemed kir û jê re got ku ew her roj li der û dora mala min digere. Cîrana min got; qey tu henekên xwe bi min dikî, ew dibêje, me qirarê xwe girtiye, em ê di demeke nêz de bizewicin, dema wê ev gotin kir ser zimanê xwe, roj li ber çavê min reş bû, serê min gêj bû. Haya min ji qet tiştekî tune ye, ew Mihemedê xurifî çûye nav û navika min li ber alemê raxistiye.
Heeeey, mêro, heey mêrê rûreş, ez mirim, ez dîn û har bûm. Min berê xwe da ber bi mala wî de, ew çiqas dar û berên li wan deran hebûn, hemû berhev kirin, danî li ber derê wî, agirek pêxist û bangî wî kir û min got ka ew çawa navê min dide ser wî zimanê yê gemar. Mêrik dît ku agir bi mala wî dikeve, bi hewar hewar xwe avêt derve û reviya, ez li pey wî, hemû cîran jî li pey me. Min ew nekir ber lepên xwe ku ew simbêlê wî yê gemar biruçikînim. Hin cîranan agirê bi mala wî ketibû vemirandin, yên din jî li der û dora min civiyan xwestin ez sebrê bikim, bêhna xwe hildim.
Piştî çend rojan Mihemedê Simbêlpîj bi şev hatiye mala xwe barkiriye, reviyaye û çûye. Min got; Ew ê xurifî hew dizane ku hemû jin li benda wî ne, lê nizane ku wê çawa qûna xwe xelas bike… Ewqas….Piiiir hêrs im piiir…