Pergala kapitalist a ku xwe li ser feraseta hişmendiya mêrsalar ava dike, her ku dixwaze cihê xwe berfirehtir bike, êrîşên xwe yên li ser jinan zêdetir dike û hewl dide wan bêbandor bike. Ji pêvajoya şerên li Rojhilata Navîn heta şerê di navbera Rûsya-Ukraynayê de tundî, çewisandin, taciz û tecawiz herî zêde li ser jin û zarokan pêk hatiye. Îro mirov dikare bêje ku li tevahiya dinyayê desthilatdariya mêran dest bi şerekî sîstematîk kiriye.
Taciz û tecawiz di sala 2024’an de hema bejin bû tişteke ji rêzê. Sazî û dezgehên pergala baviksalar bixwe jî êdî nikare van sûcên şer ên heyî veşêre. Yanî bi kurtasî mirov dikare bêje ku di vê pergala ku navê jinan bi tu awayî derbas nabe de êrîş û çewisandinê bi her awayî jê re rewa dibîne.
Di vê çerçoveya heyî de dema ku em bala xwe didin rewşa li Kurdistan û Tirkiyeyê ji 25’ê Mijdara sala 2023’yan heta 25’ê Mijdara sala 2024’an encama politîkayên tundkar û yên şerê taybet ên hikûmeta AKP-MHP derkevin ber çav. Ji kuştina Narînê heta kuştina jinên bi navê Ayşenûr û Îkbalê, ji Rojîn Kabaîş heta Evîn Demîrtaşê, tenê di van herdû mehên dawî de rewşa ku jin tê de ne nîşan dide ku ev êdî ne tenê kuştin e, jin êdî bi komkujiyê re rû bi rû ne. Bêguman ev tablo xwe bi xwe derneket holê di encama polîtîkayên desthilatdariyê de ku di her pêvajoyê de mêrên kujer, tecawizkar û tundkar diparêze de, derket holê.
Her çiqas ku li tevahiya Tirkiyeyê polîtîkayên tacîzê tecawiz û kuştinên jinan hebin jî dewlet; li Kurdistanê politikayên hê dijwartir ên şerê taybet dixe meriyetê. Bi vê yekê ve girêdayî tundiyeke pir zêde ya di encama van polîtîkayan de derdikeve holê.
Ji 25’ê Mijdara 2023’yan heta 25’ê Mijdara îsal ji bakarên Kurdistanê heta bajarên Tirkiyeyê bi polîtîkayên şerê taybet em dikarin bêjin ku asta tundiyê di asta herî jor de bû. Lê bêguman li hember vê feraseta tundkar a desthilatdarî û mêrperest jî hema bejin her roj di pêşengtiya TJA’yê de jin li bajarên Kurdistanê derketin kolanan û banga xwerêxistinkirin û parastina cewherî kirin.
Mijdar
Di meha mijdarê ya ku wek meha têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan tê pêşwazîkirin de 36 jin û 6 zarok hatin kuştin. Mirina 23 jinan jî bi guman e. Her wiha 7 jin jî ji kuştinê rizgar bûn.
Kanûn
3 Meha qanûna 2023’yan mirov dikare bêje ku wek kurteya sala 2023’an xwe dubare kir û tundî taciz û tecawiza li ser jin û zarokan di asteke jor de bû.
3 Di vê mehê de bûyerên tundiya ku di rojevê de ma yek jê jî ev bûn: Cerdevanê bi navê Fatîh G. Di 27’ê mehê de hevjina xwe Çigdem G. kuşt.
3 Zarokê bi navê Abdullah El Hamud ê ku ji ber şerê li Suriyeyê hatibû Semsûrê bi cih bûbû ji aliyê kesê ku li gel wî dixebitî hat kuştin.
3 Di meha kanûnê de 27 jin hatin kuştin.
3 Li dijî vê feraseta tundkar û tecawizkar di pêşengtiya TJA’yê de jinan banga rêxistinkirin û xweparastina cewherî kir.
Çile
3 Kuştin, taciz, tecawiz û tundî di meha yekem a sala 2024’an de jî bi hejmareke pir zêdetirîn dewam kir.Di destpêka meha Çile de li aliyekî tundiya dewletê ya li ser jin, zarok, ajal û xwezaya Kurdistanê û li aliyê din jî tundiya mêran li tevahiya vê mehê belav bû.
3 Di meha destpêkê ya sala 2024’an de 31 jin hatin kuştin. Mirina 21 jinan jî bi guman e.
Sibat
3 Di meha sibatê de li Kurdistan û Tirkiyeyê kuştin û tundiya li ser jinan zêde bû. Mêran di vê mehê de herî kêm 39 jinan kuşt û kuştina 15 jinan jî wek mirina bi guman hat qeydkirin.
3 Daneyên girîng ên vê mehê nîşan didin ku tundiya mêr ne tenê jiyana jinan, jiyana zarok, endamên malbatê yan jî kesên ku tenê ji bo parastina jinan destwerdanê dikin, xiste xeteriyê.
Adar
3 Meha Adarê wek tê zanîn ku bi çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê derbas dibe. Lê di vê mehê de jî mêr êrîşên xwe yên li ser jinan ranewestandin. Di meha adarê de mêran 25 jinan kuşt.
Ji bilî kuştinê mêran di meha adarê de gelek jin, zarok û kesên astengdar taciz kirin.
Jinan di meha adarê de li dijî kiryarên mêran û mafên xwe gelek çalakiyan li darxistin.
Nîsan
3 Bîlançoya tundî û kuştina jinan li Kurdistan û Tirkiyeyê di meha nîsanê de jî her çû zêdetir bû. Dewleta ku mêrên kujer bêceza hişt hatin rê li ber zêdebûna kuştinan vekir.
3 Di 13’ê nîsanê de li Şirnexê çawişê pispor ê tirk Z.Ç xwest jineke ciwan taciz bike lê kesên li derdorê bertek nîşanê tacizkar dan. Xweparastina ku civakê li dijî tacizkar pêk anî yek ji mijara ku herî zêde di rojevê de ma bû. Lê dewleta ku bi parastina êrîşkaran girtiye ser xwe hewl da çawiş jî biparêze lê TJA’yê hem li Şirnexê hem jî li gelek bajarên din bertek nîşanê vê biryarê dan.
Di meha nîsanê de 30 jin û 2 zarok hatin kuştin. Herwiha mirina 15 jinan û zarokek jî bi guman hat dîtin.
Gulan
3 Di meha gulanê de tundî, taciz, tecawiza mêran û poltikayên dewletê yên şerê taybet li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê kêm nebû.
Li gorî daneyên heyî di meha gulanê 34 jin û 8 zarok hatin kuştin. 18 jin û 2 zarokan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Hezîran…
3 Di meha hezîranê de li tevahiya Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê hema bêjin di rojê de 2 jin hatin kuştin.
3 Di 3’yê hezîranê de dewleta tirk wek her carê careke din qeyûm avêt ser şaredariya Colemêrgê û bi vî awayî dijminatiya xwe ya li dijî pergala hevseroktiyê jî bi vê pêvajoyê nîşan da.
3 Li Amedê jinên ku di nav koma SwîngAmedê de li parkeke Amedê dans dikirin rastî êrîşa Hûdapariyan hatin, 2 kes ji komê birîndar bûn.
3 Di 18 hezîranê de li Şirnexê 3 zarokên ku li yurdê diman ji aliyê mamostayên xwe ve hatin tacizkirin.
3 Di meha hezîranê de 37 jin û 10 zarok hatin kuştin û mirina 7 jin û 2 zarokan jî bi guman e.
Tîrmeh
3 Polîtîkayên şerê taybet û tundiya li ser jinan a li Kurdistan û Tirkiyeyê di meha tîrmehê de jî rûyê xwe nîşan da.
3 Yek ji bûyera ku bi her awayî bi polîtîkayên şerê taybet ve girêdayî ye taciz, tecawiz û tundiya unîformayiyan a li Kurdistanê ye. Di 2’ê tîrmehê de 5 çawişên pispor zarokên ku temenê wan di navbera 16-17 salî de li festivalekî taciz kirin. Kesên li derdorê dema bûyer ferq kirin êrîşî çawişên pispor kirin û mafê xwe yê parastinê pêk anîn. Tenê 2 çawişên pispor hatin binçavkirin lê piştre jî serbest hatin berdan û bêceza hatin hiştin.
3 Li Rihayê di 8’ê mehê de jina bi navê E.G.Ç ya ku di rê de dimeşiya ji aliyê mêrekî ve hat seknandin jê re gotinên wek ‘ tu li bajarên pêxemberan nikare van kincan li xwe bike’ kir û piştre ew bi gef, xeber û tacize êriş kir.
Di meha tîrmehê de 21 jin û 4 zarok hatin kuştin, 22 jin û 2 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
Tebax
3 Di meha tebaxê de bi heman awayî ji aliyekî ve tundiya dewletê ji aliyê din ve jî tundiya mêran a li ser jin û zarokan berdewam kir.
3 Di 23’yê tebaxê dê Dewleta Tirk li Silêmaniyê êrişî erebeya ku rojnamegerên kurd tê de bûn kir û rojnameger Gulistan Tara û Hero Bahadîn jiyana xwe ji dest dan. Di 30’yî mehê de cenazeyê Gulistan Tarayê bi dirûşma Jin Jiyan Azadî li Êlihê hat pêşwazîkirin û piştre hat definkirin.
Di meha tebaxê de 31 jin û 5 zarok hatin kuştin, 15 jin û 3 zarokan jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
Îlon
3 Wek tê zanîn ku yek ji bûyera ku herî zêde di meha îlonê de kete rojevê jî bûyera wendabûn û dîtina cenazeyê Narîn Guran bû. Ev bûyera ku bi hevkariya feraseta desthilatdar, malbat û mêrperest pêkhatî heta niha jî encama wê ne diyar e.
3 Di pêşengtiya TJA’yê de jinan ji roja wundabûyina Narînê heta roja doza wê ya di 7-8-9 mijdarê de pêk hatî jî nerazîbûn û çalakiyên xwe pêk anîn.
3 Di heman mehê îlonê de di encama polîtîkayên AKP-MHP’ê yên şerê taybet de li bajarê Colemêrgê bi hevkariya cerdevan-leşker û emniyetê de ciwan teşwiqî fihûş û hişbirê hatin kirin. Ev polîtîkayên ku ji sala 2016’an zêdetir bûne, di meha îlonê de jî bi pêşivantiya jina bi navê Ayşegul Akdogana ku bav û birayê wê cerdevan in, kete rojevê.
3 Di 20 îlonê de polîsan avêt ser mala rojnameger Rabia Onver a ku ev çeteya fihûş û hişbirê ya li Colemêrgê derxistî holê.
Di meha îlonê de 30 jin û zarokek hat kuştin û mirina 15 jinan û 4 zarokan jî bi guman e.
Cotmeh
3 Yek ji mehên ku herî zêde jin û zarok ji aliyê mêran ve hatine kuştin bêguman meha cotmehê bû. Di tevahiya sala 2024’an de tundî, kuştin, qetilkirin, tecawiz, taciz di asta herî jor de bû. Herî zêde jî polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê xwe di vê mehê de di asta herî jor de bû.Êdî holê bû ku li ser jinan qetlîamek mezin û sistematik heye.
3 Di meha cotmehê de di destpêkê de qetilkirina her du jinên ciwan ên wek İkbal û Ayşenûra ku ji aliyê kujer Semîh Çelîk ve bi awayekî wehşane hatin qetilkirin, kete rojevê.
3 Di 13ê Cotmehê de bi armanca ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya fizikî pêk were, mitîngeke mezin li Amedê hat li darxistin. Di vê mitîngê de rojnameger Heval Onkol, Ceylan Şahinli, Hevîdar Onver rastî tundiya polîsan hatin. Li hember vê yekê di pêşengtiya Komeleya rojnamegerên jin MGK û DFGê de rojnamegeran daxuyanî da û nerazîbûnên xwe anîn ziman.
3 Di navbera 15-16-17 cotmehê de li hember polîtîkayên şer ên dewletê dayikên aştiyê bi daxwaza ‘Em şer naxwazin, aştiyê dixwazin’ li Silopyayê hatin gel hevdû û dest bi çalakiya xwe ya 3 rojan kirin. Lê di roja yekem a çalakiyan de dewletê êrîşî dayikên aştiyê kir û tundî li ser dayik, parlamenter, siyasetmedar û rojnamegeran pêk anî. Ligel van êrîşên heyî jî dayikan çalakiya xwe ya 3 rojan domand û roja dawiyê bi meşê qedandin.
3 Li Wanê di pêşengtiya mêrê bi navê Ozcan Polat de çeteyeke fihûşê hatiye avakirin û gelek ciwanên heyî bi destê van çeteyên fihûşê têketin rêya fihûşê û hişbir bikaranîne. Jinên ciwan ên ku nexwestine li gor daxwazên van çeteyan tevbigerin jî bi şantaj, tundî û gefên sîstematîk re rû bi rû man.
3 Rojnameger Oznur Deger a ku nûçeya der barê van çeteyên fihûşê de çêkirî, gef lê hat xwarin.
3 Di 25ê Cotmehê de hat hînbûn ku li Zanîngeha Munzûr a Dêrsimê akademisyenê bi navê Deha Koç ji sala 2022’yan heta 2024’an şagirtên jin taciz kirine. Her çiqas ku şagirtên hatî tacizkirin di nav du salan de dîlekçeyên ji bo şikayetkirin dabin jî tu encamek derneketiye holê.
Di meha cotmehê de 43 jin û 6 zarok hatine kuştin, 22 jin û 4 zarokan bi guman jiyana xwe ji dest dan.