26 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Meral Daniş Beştaş: Baweriya gel ji hikûmetê tune ye

Hevberdevka HDKê û endama komîsyonê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku ew ê rapora hevpar di hefteya serê salê de parve bikin û got: “Partiyan di raporan de pirsgirêk wekî pirsgirêka ewlehiyê girtine dest. Li ser çareseriya esasî nesekinîne. Baweriya gel ji hikûmetê tune. Dibêjin ku pêvajo heye çima operasyon didomin.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Ji bo çareserî pêş bikeve xwestibû meclisa Tirkiyeyê bi tevlêbûna hemû partiyan komîsyonê ava bike. Di 5ê tebaxê de Komîsyona Xwîşk- Biratî, Demokrasî û Hevgirtina Mîllî ava bû. Komîsyonê heta niha 20 civîn pêk anîn. Li nûnerên saziyên civakî, partiyên siyasî û kesayetan guhdar kir. Herî dawî endamên komîsyonê çûn Îmraliyê û li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî guhdar kirin. Piştre partiyên ku di komîsyonê de cih digirin raporên xwe pêşkêş kirin. AKP, MHP û CHP di rapora ku pêşkêşî komîsyonê kirin de cih neda mafên neteweyî yên gelê Kurd û qanûnên li dûrî çareseriya pirsgirêka Kurd peşniyar kirin. Komîsyona meclîsê dê piştî serê salê raporeke hevpar amade bike û pêşkêşî komîsyona meclîsê bike. Komîsyonê ku civîna xwe ya 20an li darxist xebatên xwe 2 mehan dirêj kir. Ji niha û şûn de komîsyon dê li ser esasê amadekirina metna hevpar xebatên xwe bidomîne.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û endama komîsyonê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş, li ser raporên ku partiyên siyasî pêşkêş kirin û xebatên komîsyonê nirxandin kir.

Meral Daniş Beştaş diyar kir ku wan civînek gelek girîng li dar xist û got: “Akademîsyenan encamên nirxandinên di komîsyonê de hatin kirin kom kirin. Hiqûqnas, parazvanên mafên mirovan û kesên di komîsyonê de axivîn, li ser wekhevî, aştî û jibo edaleta siberojê axivîn û daxwazên xwe anîn ziman. Ev komîsyona ku hat avakirin ji bo me gelek girîng bû. Me di komîsyonê de diyar kir ku divê em li gorî nerîn û daxwazên civakê û gelan tev bigerin. Komîsyonê ji bo xebatê 2 mehên din dirêj kir. Ji ber ku hîn rapora hevpar ne amade ye. Ji bo nivîsa rapora hevpar komîsyoneke ku ji 5 kesan pêk tê hat avakirin. Ev komîsyon dê heta 5ê çileya 2026an adamekariya rapora hevpar bike.”

Meral Daniş da zanîn ku heta niha rapora hevpar nehat amadekirin û gelek sedemên wê hene û wiha pêde çû: “Xebatên komîsyonê hêdî dimeşin. Hin partiyan raporên xwe dereng dan. Dîsa ji ber hevdîtinên butçeyê hebûn xebatên komîsyonê dirêj bûn. Dibe ku xebatên komîsyon beriya 2 mehan jî bi qetin.”

Di raporan de berjewendiyên partiyan derketin pêş

Meral Daniş Beştaş li ser cudakariya raporan jî rawestiya û wiha got: “Di raporên partiyan de gelek cudahî hene. Her partiyekê bêtir daxwazên partiyên xwe esas girtin. Lê hin xal û pêşniyarên hevpar ku mirov jê sûdê bigirin jî hene. Partiyên din di raporên xwe de zêdetir ewlekarî derxistiye pêş. Wekî pirsgirêk tenê meseleya ewlekariyê ye nîşan dane. Pirsgirêk wekî pirsgirêka kurd û aştiyê negirtine dest. Di raporên xwe de dibêjin “Em ê terorê çawa xelas bikin” derxistine pêş. Em vê nêzîkatiyê qebûl nakin. Meseleya gelê kurd û tirk ne meseleya çekan e. Meseleyeke dîrokî û nasnameyê ye. Me li dijî nêzîkatiya wan nerîn û îtîrazên xwe anîn ziman.”

Meral Daniş Beştaş, bal kişand ser rapora CHPê jî û got: “Di rapora wan de zêde xalên ji bo çareseriê tune ye. Dibêjin bila Tirkiye demokratîk bibe û berê Wezîrê Dadê raporê amade bike. Me ev jî rexne kir. Divê CHP nerîna xwe beriya Wezarta Dadê bide. Li vir mijara herî girîng rapora hevpar e. Piştî rapora hevpar derket mirov dikare bêtir li gorî wê xebatên xwe diyar bike. Ji bo raporeke hevpar pêk bê, hevdîtinên me yên li komîsyonê didomin.”

Dê di mîtîngê de mafê hêvî û azadiyê bixwazin

Meral Daniş Beştaş li ser xebatên 2 mehên pêş jî rawestiya û got: “Em bê navber dixebitin. Civînên gel pêk tînin. Amadekariya mîtînga 4ê Çile ya li Amedê heye. Li her derê xebata mîtînga 4ê Çile tê kirin. Di vê mîtîngê de dê mafê hêviyê û azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan bê xwestin. Serdanên saziyên civakî û demokratîk berdewam dikin. Wekî HDKê jî em li herêma Marmara, Ege, Akdenîz û Çukurovayê hevdîtin û civînên me didomin. Dîsa li ser konferansa Ji nûve Sosyalîzm xebatên me didomin.”

Baweriya gel ji hikûmetê tune ye

Meral Daniş Beştaş, bal kişand ser nêzîkatiya gelê Tirkiyeyê ya li hemberî pêvajoyê jî û wiha bi dawî kir: “Li aliyê Tirkiyeyê jî wekî bajarê Kurdistanê baweriya gel ji hikûmetê tune ye. Dibêjin hikûmet dixwaze bi vê yekê îktîdara xwe dirêj bike. Diyar dikin ku eger pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk heye, çima operasyonên siyasî didomin. Li gel fikaran jî piştgiriya gel a ji bo pêvajoyê heye. Em siyasetê ji nav derxin dê piştgiriya gel zêdetir bibe.”