Li her welatekî di nava civakê de metelokvan hene, ew bi navên cuda-cuda tên binavkirin. Li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Îran, Kurdistan û Anatolyayê metelokvanê bi navê Xoce Nesredîn tê bikaranîn. Li Îran û Kurdistanê Xoce Nesredîn wek nirxekî civakî tê pênasekirin, ji netewiyetê bêhtir aliyê wî yê çandî didin pêş, lê tirk ji ber netewperestiya xwe Xoce Nesredîn dikin tirk. Xoce Nesredîn bi kiryar û gotinên xwe êdî cîhanî bûye, nakeve kirasê netewekî yan jî welatekî.
Rojekî ji rojan Meleyê Meşûr li Îranê, li bajarekî navê wî ne diyar bi ser tawanekî tê girtin. Ji bo wî biryara sêdarê tê girtin, roja sêdarê Şah jî li meydana sêdarê amade dibe. Kindir li stûyê Xoce Nesredîn dikin, celad destê xwe datîne ser kursiya di bin lingê Xoce Nesredîn de, li bendê ye ku bi nîşana dadger kursî ji bin lingê Xoce Nesredîn bikişîne. Xoce Nesredîn, bi rûyê qermiçî, hênasê dil lê dide, awirên çavên wî li Şah dinêrin. Şah ji cîhê xwe radibe û bi dengekî bilind jê dipirse: Xoce ka xwesteka xwe ya dawî bibêje, eger maqûl be, ez ê di cîh de bidim pêkanîn.
Xoce Nesredîn bi kelecen, ji ber tirsa mirinê bi dengê lerzok “destûrê bidin heta salekî ez kera xwe perwerde bikim da ku wek mirov bipeyve”. Şah li der û dora xwe, li şêwirmendên xwe dinêre, ji kesekî deng, gotin û pêşneyariyek dernayê. Şah bi neçarî divê biryar bide, lê çawa? Li gorî baweriya olî xwesteka kesekî ber bi sêdarê pêwîste pêk bê, eger wek Şah pêk neyne wê li hember Xwedê gunehkar be, herwiha baweriya gel û saziyê oldaran ji Şah bişikê. Eger, li gorî erkê xwe siyasî-hiqûqî biryar bide sêdarê bide, qada siyasî wê bêjin “Şah ji Xoce tirsiya ku ew ji Şah zîrektir û aqiltir e”, herwiha di nava gel da heta hetayî li pey gotinên Xoce Nesredîn bikevin, ker dê biaxiviya yan na? Gelo ker xizmên mirovan e, yan na, yan mirov xizmê kera ne? Di encamê de ev bûyer wê serê welat biêşîne, bi demdirêjî wê ji Şah û desthilata wî ra serêşî çêke. Şah difikire ‘xwesteka wî qebûl bikim, her wê ker nikaribe bixive, wê demê fel û fêlbaziya Xoce wê derkeve holê, baweriya gel jî wê jê bişkê. Şah di encamê de biryar da û bi dengekî bilind got: “Başe, niha te efû dikim, salekê şûnde tu û kera te li vê meydanê amade bin, eger kera te neaxive, bêgotin ez ê yekser serê te ji laşê te kim”. Celada kindirê mirinê ji stûyê Xoce Nasredîn derxist, Xoce nefeseke kûr kişand, berê xwe da ezmana, da ku diayekê li Xwedayê dilovan bike, jina wî ber bi wî ve beziya û kir qêrîn “kuro ma tu ker î, çawa tiştekî wisa dibêjî, ma ker dikare biaxive?” Xoceyê ku awirê wî li ezman bû, zivirî li hevjîna xwe nihêrî “Xanim, xanim… Lez neke, heta salekî wext bi dest xist, heta wê demê xwedê kerîm e yan Şahê bimire, yan kerê bimire, tu çima xembar dibî?”. Hevjîna Xoce Nesredîn ji vê bersivê matmayî, bêdeng dikeve bin çengê û kera xwe radikişînin berê xwe didin koxa xwe.
Di nava kolanên bajêr ber bi gundê xwe ve diçin. Ji bajêr dertên li mêrg dewar, pez diçêrin. Dema kerên gund zîrezîr kirin, ji ber dengê wan kera Xoce Nesredîn jî dest bi zîqezîqê kir. Xanima Xoce awirê xwe da devê kerê û berê xwe da Xoce “bi xwedê baweriya min nayê ku ev ker biaxive”. Xoce bêzar, westiyayî û birçî bû. Tenê dixwest bigihîje malê û aveke sar vexwe, parîk nan û bikeve xeweke giran.
Di roja me ya îro da li Rojhilata Navîn sînorên welatan ji nû ve tên xêzkirin. Dewleta sîstema partiya BAAS a 61 salî di deh rojan da wek qesreke kartonî hilweşiya, çû sergoyê dîrokê. Mixabin, hişmendiya sedsalên 19 û 20an wek qirniyeke xwînmij pêsîra gelê kurd girtiye û danekeve xwarê. Cîhan werçerxaneke pergalê dijî, tu pîvanên sed sal berê êdî ne derbasdar in, tu rê û rêbazên polîtîk, eskerî û pratîkî yeqîn nîn in, her tişt, kêlî bi kêlî tê guhertin, lê hin alî, kes hene wek jina Meleyê Meşûr deyla şoreşê girtine û diqîrin “nabe ha nabe”. Ji wan dipirsî: baş e, çi dibe, em çi bikin? Bersiv nîn e, matmayî, şaşomaşo, lêv lerizî, xwêdan li ser eniyên wan tê xwarê bê hemdê xwe “li hêviya Xwedê, li benda Amerîka bin ka dê çi bikin” dibêjin. Em wek gelê kurd dijminê xwe baş dizanin, ku destê wî bê, wê tu carî bendê sêdarê li ser serê me kêm neke, gewriya me her wê bigiwêşe. Lê ya dikeve ser milê me bi sebir, bi xwînsarî tevbigerin û herwiha guh bidin rêxistina xwe. Vê pêvajoyê ya herî girîng destûr nedin fîtne fesadiyê, şênber li gotin û kiryaran binêrin, lingê xwe daneynin ser dara şil, jêrzemîn saxlem bikin, gav bavêjin, da ku tayê şahên cîhanê wek peymana Lozanê nekevin qirika me.
Em ji xwe bawer in, tirkan bi şexsê Bahçelî ji gotinên xwe û kiryarên xwe yên sed salî bi poşmanî çûn ber lingê Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan. Ev tê wateya îflasa bîrdozî, polîtîk û leşkerî, li hemberî gelê kurd têk çûn. Îro şûnda mijar mijara têkoşînê ye. Têkoşîna bîrdozî, polîtîk, dîplomatîk, çandî û hêza xweparastinê ye. Yanî ser erd û bin erd xwe amade kirin, her maleke xwe bikin sengerê şoreşê.
Derencam, Îran, Rûsya û Çîn bi eniyekê, Amerîka, Îsraîl, Ewropa û Brîtanya jî yên eniyekê da ne. Tirk bi her du aliyan re jî dide dîstîne. Îran jêrzemîna qada ereban, mezheba şîî û li ser kendava fars bi giranî bi ereban re dide dîstîne. Ev hêzên navbihurî sengerê şer anîne Kurdistanê, agir di mala kurdan de ye, bi taybetî jî Rojava û Başûrê welat bûne qada şer.
Pirs ev e: Em wek rêxistin û gelê kurd di nava van hêza da çawa bêyî ku bişewitin xwe rizgar bikin? Eger em tirkan kêmekî be jî bikşînin nava pêvajoyeke nîqaş, guftûgoh, herwiha nakokiyên eniya Rûsya, Îran û Çînê, dê Amerîka û yê din xwe biparêzin û sûdê jê bigrin, wê demê em nabin qurban, nabin piyonên textê satrancê (şah-mat). Em di vê sedsalê de aktor in, jixwebawer, bêtirs bi herkesî ra bidin bistînin, em ji bo xwe bidin bistînin, ne ku wek Meleyê Meşûr li ber sêdarê neçarî Şahan bin.