Hevdîtinên li Îmraliyê yên di navbera Rêber APO û rayedarên Dewleta Tirk de tên kirin rojeva sereke ya gelên Tirkiye û Kurdistanê ne. Bêguman, rojevên cuda yên derdikevin pêşiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê jî hene.
Bêguman, ev rojev û pirsgirêkên girîng rasterast bi hev ve girêdayî ne. Ne pêkan e ku mirov yekê ji ya din cudatir bifikire. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, divê pêşî xeleka rast were diyarkirin û rast were fêmkirin. Tişta ku li vir derdikeve pêş, bêyî cudatiyê têxin navbera çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûnê, divê bi tevahî bigirin dest. Dema ku kirov encamên pirsgirêkên ku ji damezrandina Komara Tirkiyeyê re heta niha hatine jiyîn digire dest wê demê bersiva çima wisa bû gengaz dibe.
Komara Tirkiyeyê ya ku di nava şer de li ser bermahiya Dewleta Osmanî hatiye damezrandin, ji wê demê ve her tim di nava şer de ye. Ger em Şerê Koreyê û operasyonên leşkerî yên li derveyî welat yên di çarçoveya têkiliyên bi NATO û hêzên navneteweyî re dîrokên cuda de pêk hatine bidin aliyekî, hema hema hemû şer li dijî kurdan, elewiyan, hêzên şoreşger, demokratîk û sosyalîst hatine kirin. Li Tirkiyeyê nebûna pergala demokratîk, çavkaniya xwe ji kuştinên jinan, mafên mirovan ên bingehîn, bêkarî, birçîbûn, lêçûna jiyanê ya bilind û pirsgirêkên hawîrdorê digire. Sedema rastîn a hemû çavkaniyên dewlemendiyê, dahat û bacên berhevkirî yên Kurdistan û Tirkiyeyê diçin berîka rantxurên şer, cinsiyetparêziya ku mêr li dijî jinan dike, dijminatiya li hember xwezayê ku veguheriye qirkirinê, nijadperestiya ku hewl dide mirovan bi hev re bide şer kirin û daxwaza zindî hiştina faşîzmê sedema bingehîn e. Ji ber vê yekê, ji bo bidawîanîna şerê qirêj ê li dijî kurdan, avakirina pergala demokratîk divê hemû pirsgirêk bên çareserkirin.
Hevdîtinên ku Rêber APO îro li Îmraliyê bi rayedarên Dewleta Tirk re dike, xwedî gaveke bi vî rengî ye. Her çiqasî îhtîmala ku rayedarên Dewleta Tirk ji bo armancên şerê taybet xwedî nêzîkatiyên cuda bin jî, ev gava ku hatiye avêtin tê wateya ku berpirsiyariya li hember dîrok û gel e.
Hevdîtinên Rêber APO yên bi rayedarên Dewleta Tirk re ji pêvajoyên berê cudatir e, bandorên mayînde derdixe holê û pêwîstiya ku divê gavên hîn pêşdetir bên avêtin derdixe holê. Bêguman, ev yek ji gavên yekalî wêdetir divê gavên bi hev re bên avêtin. Lê hin kes hene ku ji tiştên ku wê pêk bên û gavên bi hev re bên avêtin aciz in. Tiştên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê diqewimin vê yekê nîşan didin. Ji bo pêşiya diyaloga çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûnê ya ku Rêber Apo bi israr bi rayedarên Dewleta Tirk re dimeşîne bigirin û derkevin derveyî rojev/hawirdora erênî ya ku hatiye afirandin, her tiştî dikin. Ji Hatayê bigirin heta Îskenderûnê, heta Mersîn, Antalya, Mugla, Îzmîr, Manîsa û bajarên li nêzî peravên deryayê hemû daristan şewitandin û kirin xwelî. Li gorî daxuyaniyên rayedaran, ev şewatên ku ‘ne ji ber sedemên xwezayî lê ji ber destwerdana derve çêbûne’ derketine holê, nêzî sed hezar kes neçar kir ku cih û warên xwe biterikînin, bi şandina qeyûmên li şaredariyên Kurdistanê û şaredariyên metropolên Tirkiyeyê jî digire nav xwe pergaleke asayî afirandine, serî li her cure komplo û zextan didin, CHPê bi operasyon, lêpirsîn û girtinên li dijî şaredariyan re kişandina nav xwe nîşaneyên vê yekê ne. Ev yek tenê bi van re ne sînorkiriye. “Hilweşînên” kanan, “qezayên kar”, karesatên trafîkê, tundiya li dijî jinan, tecawiz û kuştin veguherine qirkirina jinan; fihûş û bikaranîna madeyên hişbirê daketine nav zarokên dibistana seretayî; windakirin û kuştinên zarokan hatine asayîkirin û “bûyerên” rojane ji rêzê tên dîtin.
Bi vî awayî, bi hêrsa civakên Kurdistan û Tirkiyeyê tên lîstin û ji rojeva sereke ya çareseriya pirsgirêka kurd û têkoşîna demokratîkkirina Tirkiyeyê tên dûrxistin. Bêguman dema ku êrîşên şerê taybet-derûnî yên li ser civakên Kurdistan û Tirkiyeyê tên nirxandin, pêwîst e ku mirov xwe ji dîtina tevahiya vî wêneyî dûr nebîne. Jixwe pirsgirêka sereke di vir de tê jiyîn.
Rêber APO timî balê dikişîne ser mekanîka darbeyê ya li Tirkiyeyê. Ev mekanîka darbeyê ji darbeya leşkerî ya faşîst a 12ê Îlona 1980an vir ve bi domdarî dixebite. Lê ev mekanîka darbeyê ya ku tê xebitandin, ji rêbazeke li hemberî pergaleke hatiye avakirin wêdetir e. Ji ber vê yekê, ew ne tenê wekî rêbazek li dijî pergal û hikûmeta heyî ya damezrandî tê bikaranîn di heman demê de ev mekanîk tê wateya ku ji hêla pergal û hikûmetên damezrandî ve tê xebitandin. Ligel pirsgirêkên ku li jor hatine behskirin, tevî biryarên fesihkirin, bidawîkirina têkoşîna çekdarî yên ku PKKê wergirtine jî, êrîşên tunekirinê û çekên kîmyewî yên li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê tên bikaranîn, tê vê wateyê. Dîsa, tevî ku ev biryarên ku ji hêla PKKê ve hatine girtin û tên bicîhanîn jî divê Komara Tirkiyeyê di bin serokatiya R.T. Erdogan de ye, burokrasiya leşkerî-sivîl û hikûmet pewyira ku dikeve sermilê wan bi israr pêk naynin. Di vê mirov di vê çarçoveyê de bigire dest
Divê mirov balê bikşîne ser hewldana ku mekanîka darbeyê ya dixebite tîne asteke xeternak û ev yek di roja me de bêhtir watedar bûye. Di demekê de ku amadekariya 32yemîn salvegera komkujiya Madimak-Sêwasê tê kirin de êrîşa 30ê hezîrana 2025an a li ser Kovara Mîzahê ya LeManê ya li Stenbolê hat kirin, vê yekê hîn pêwîstir kiriye.
Bala xwe bidinê, Komkujiya Madimak-Sêwasê ya 2yê tîrmeha 1993yan di serdemeke ku mekanîzmaya darbeyê dixebitî de pêk hat. Çend roj beriya Cejna Newrozê ya 1993yan, ji aliyê Rêber APO ve agirbesteke “yekalî” hat îlankirin û di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de cara yekem gavên destpêkek nû hatin avêtin. Lê Rejîma Şerê Taybet provokatorên xwe seferber kir û bi çalakkirina mekanîka darbeyê, pêvajo sabote kir. Kuştin û cînayetên gumanbar ên ku serokkomarê wê demê Turgut Ozal, Adnan Kahveci yê ku girêdayî Ozal bû û Fermandarê Giştî yê Jendermeyan Hulusi Sayin jî di nav de, hemû li ser vê bingehê pêk hatin. Komkujiya Madimak-Sêwasê jî di nav vê mekanîzmaya darbeyê de cihê xwe girt.
Êrîşa li ser Kovara Mîzahê ya LeManê jî bi awayekî dişibe komkujita ku li Madimak-Sêwasê hat kirin. Komkujî ji aliyê kesên bi cube, sarik û rihdirêj ve hat destpêkirin û dirûşmeya “Allahu Ekber” berz kirin. Êrîşên ku bi kevir û textan dest pê kirin, veguherî hîsteriyê û qêrînên “kuştinê”. Vê carê, kuştinên ku mirovan bi zindî bişewitînin neqewimîn. Lê bîranînên Komkujiya Madimakê ji nû ve vejiyan û gefên herî mezin xwarin.
Mekanîka darbeyê ya ku şêweyê êrîşên şerê taybet-qirêj ê dijwarkirî ye, careke din li dijî civakên Kurdistan û Tirkiyeyê ketiye nava liv û tevgerê. Ne hewceye em zêde dûr biçin, bûyerên ku piştî Hilbijartinên Giştî yên 7ê Hezîrana 2015an qewimîn, dersên hînker in li ser tiştên ku divê li dijî mekanîka darbeyê ya ku îro tê xebitandin werin kirin, tijî ye. Niha, dem hatiye ku şertên van dersên hînbûyî bên bicihanîn. Civakên Kurdistan û Tirkiyeyê xwedî li Banga Civaka Demokratîk û Aştiyê ya ku ji hêla Rêber APO ve hatî kirin derdikevin û di serî de yên ku ii xwe re dibêjin em şoreşger, demokrat, welatparêz û sosyalîst in, divê hemû dijberên şerê taybet-qirêj li dora vê bangê dicivin û bi watedayîna vê bangê re hewce ye ku li dora Rêber APO xelekekê ava bikin.
Wekî ku ji encamên anketan û daxuyaniyên li ser vê mijarê tê dayîn, tê fêmkirin ku banga Rêber APO ji aliyê piraniya civakên Kurdistan û Tirkiyeyê ve tê qebûlkirin. Lê ev qebûlkirin di nav partî, derdor û komên ku xwe wekî dijberê hikûmeta AKPê dibînin û yên ku dibêjin ew li ser xeta şoreşger, demokratîk, welatparêz û sosyalîst in ne di wê astê de ye. Ev yek ji ziman û şêwaza ku di saziyên çapemenî, weşanê û daxuyaniyên tên dayîn, tê fêmkirin. Bêguman, rexneyên ku têne kirin, nêrîn û pêşniyarên ku ji bo gihîştina baştir têne pêşkêşkirin pir hêja û watedar in. Di vî warî de pirsgirêk tuneye. Lê ne rast e ku mirov bi vê yekê têr bibîne. Bêalîbûnê yan jî wisa xuyakirin a li hemberî tiştên ku diqewimin bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ya rast ew ku mirov vê yekê bibîne, helwest û nêrînan diyar bike, rastiya Rêber APO û Tevgera Azadiya Kurdistanê bi awayekî rast watedar bike û li gorî wê nêzîk bibe.
Bêguman ev ji bo kesên ku di fikir û kiryarên xwe de ji bo diyarkirina pêşeroja civakên Kurdistan û Tirkiyeyê ya li ser bingeha azadî û demokrasiyê jidil in. Dijminên sondxwarî yên Rêber APO, Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurdistanê derveyî vê ne.