Li gorî Marks dewlet amûreke zorê ye. Lewra devera dewlet lê hebe bêguman dê zorî jî li hebe. Althusserê ku xwestiye fîlozofiya Karl Marx şîrove bike, behsa du cure amûrên dewletê kiriye. Li gorî Althusserî amûrên îdeolojîk ên dewletê û amûrên zextê yên dewletê ji hev cuda ne. Cudahiya di navbera wan her du cureyên amûran de jî amûrên zextê yên dewletê bi darê zorê, amûrên îdeolojîk ên dewletê jî bi awayekî rêkûpêk bi rêya îdeolojiyê li civakê tên ferzkirin.
Amûrên zextê yên dewletê ji aliyê saziyên dewletê ve û di qada giştî de tên bikaranîn lê amûrên îdeolojîk ên dewletê li her derê ne. Dema em berê xwe bidin wan amûrên dewletê em ê bibînin ku amûrên zorê yên dewletê hukûmet, rêveberî, artêş, polîs, dadgeh û girtîgeh in. Amûrên îdeolojîk ên dewletê jî ol, perwerdehî, malbat, siyaset, hiqûq, sendîka û çand in. Dewlet xwe bi van amûran heyî dike ango bi rêya van amûran xwe bi kes û civakê dide pejirandin. Kes an jî civakên derdikevin derveyî amûrên îdeolojîk, dewlet li hemberî wan amûrên zextê bi kar tîne.
Girtîgeh jî yek ji van amûrên zorê yên dewletê ye ku dewletan hertim serî lê daye. Li gorî rêveberên dewletê ev mekanên pîroz in ku kes li vir tên islehkirin. Lewra beriya niha wezîrê edaletê yê dewleta tirk li qadan mizgîniya vekirina girtîgehên nû dida alîgirên xwe.
Mirovên li girtîgehan ji mekanên xwe tên dûrxsitin. Mekanên mirovan mal û welatê wan e. Mirov heyînên civakî ne ango mirov bi civakê heyî dibin. Armanca girtîgehan yek jî ev e ku girtiyan ji civakê dûr bixin, da ku girtî heyîna xwe winda bikin. Girtîgeh mekanîzmayên kontrolkirinê ne ku ji aliyê deshilatan ve hatine avakirin. Kontrolkirina kesên derketine derveyî amûrên îdeolojîk, ji bo dewletan xeta bingehîn û xetereyeke mezin e. Lewma van kesan ji civakê, malê û welatê wan dûr dixin.
Di heman demê de girtîgeh mekanên xurtkirina deshilatdariyê ne. Li van mekanan Azadiya kesan ji destên wan tê derxistin. Helbet em behsa azadiya fizîkî dikin, an na girtiyên siyasî ji gelek aliyan ve ji kesên derveyî girtîgehan azadtir û pirtir xwedî vîn in. Ji ber ku desthilat nikarin vîn, hiş û mejiyên girtiyan dîl bigirin û îradeya wan kontrol bikin, bêtir êrîşê dibe li ser wan, îşkencê li wan dike, şert û mercên girtîgehan girantir dike, înfaza wan dişewitîne, werhasil her diçe zor û zehmetiya li ser girtiyan bi her awayî zêdetir dike.
Tunekirin armanca sereke ya deshilatan e. Heke nikaribe tune bikin, mekanîzmaya kontrolkirinê dikeve dewrê ku ew jî di roja me de girtîgeh in. Lê belê armanca dewletên dagirkerên Kurdistanê di roja me ya îro de ne tenê kontrolkirina kesên derveyî bîrdoziya dewletê mayî ne, di heman demê de tunekirin û qirkirin jî armancên wan ên sereke ne. Lewra li Îran û rojhilatê Kurdistanê darvekirin û tecrîdkirina kurdan di asta herî jor de ye. Ji ber vê yekê li tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê bi hezaran girtiyên kurd di bin tecrîd û tunekirinê de ne.
Di navbera dewleta tirk û kurdan de girtîgeh bûne mekanên çavtirsandin û çewisandinê ango dewletên dagirker girtîgehên xwe ji bo kurdan kirine kampên tolhildan û tunekirinê. Çawa ku li girtîgeha Amedê xwest vîn û têkoşîna kurdan bişkîne, bi heman awayî niha jî dixwaze li girtîgehan vîn û têkoşînê tune bike. Jixwe girtîgehên dagirkeran dişibin kampên Hîtler ku li wan kampan 6 milyon mirov hatin kuştin. Weke tê zanîn di mehên borî de 8 girtiyan di mehekê de jiyana xwe ji dest dan. Di nav van de girtiyên nexweş jî hebûn ên ku weke Garîbe Gezer hatî kuştin jî hebûn. Li gor daneyên HDP’ê li ser twittirê parve kirine, di pênc salên dawî de 89 girtiyên nexweş li girtîgehên dewleta tirk jiyana xwe ji dest dane. Niha jî ji hezarî zêdetir girtiyên nexweş di girtîgehên wan de ne. Girtîgehên wan bûne goristan. Kesên weke Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tûglûk tevî ku hinek nexweşxane raporên ‘nikarin di girtîgehê de bimînin’ didin wan jî Adlî tipa di bin kontrol û xizmeta desthilatdariyê de berevajiyê van raporan, raporên din didin wan û wan li girtîgehan dihêlin.
Ew kesên endamên amûrên zextê yên dewletê ne, nakevin ber pêla girtîgehan. Ji ber ku wan wek endamê amûrên îdeolojîk ên dewletê dibînin, lewma ew kes polîs, leşker, mamoste û endamên tarîkatên wan in, tevî ku kesên derveyî îdeolojiya dewletê dikujin, îşkence dikin an jî tecawizê zarok û jinan dikin ti cezayê girtîgehan li wan nayên birîn. Ew kes ji cezayan muaf in. An jî kesên endamên amûrên îdeolojîk ên dewletê yên weke kujerên malbata Şenyaşar nayên cezakirin ango nakevin girtîgehan.
Girtiyên siyasî taybetî yên li girtîgehên dewleta tirk hertim bi berxwedana xwe rêyên nû ji bo bilindkirina têkoşîna gelê xwe vekirine. Lê di pêvajoya pandemiya koronayê de dewleta tirk şert û mercên girtiyan girantir kir. Di serî de li girtîgeha taybet a Îmraliyê li ser birêz Ocalan hevrêyên wî tecrîdeke mezin dide meşandin da ku têkiliya di navbera kurdan de qut bike. A dikeve ser milê me jî li hemberî zordarî û barbariya girtîgehan, bi taybetî li ser girtiyên nexweş û li ser hemû girtiyên siyasî tê meşandin, divê em têkevin nav têkoşîn û tevgerê. Bi têkoşîneke mezin û xurt em ê bikaribin vê zilm û zordariya li ser wan tê meşandin, bişkinin.