Zanist, di kûrahiya hizrê me de bi meraq, ceribandin û ezmûnên jiyanî tê bidestxistin. Ev zanabûn bi jiyana rojane re dibe yek. Bêyî ku mirov pê bihese gav bi gav dibe parçeyeke jiyanê. Di destpêka dîrokê de, ango di çanda xwedawendan de zanabûn bi destê jinan hatiye afirandin.
Dema em li rastiya civakê binêrin, em ê bibînin ku ev zanista ku jin afirandiye bi hezaran salan weke aveke zelal herikiye û xwe gihandiye heta roja me ya îro. Ziman, çand, kedîkirina lawiran, çandinî, parastin, hekimtî û ji hemûyan girîngtir jiyana civakî hemû bi destê jinan hatine afirandin. Ev zanebûn, nirx, destketî û berhemên ku hatine rêzkirin, tevî hemû teknolojî û derfetên sedsalên dawî, îro nikare werin afirandin.
Her civakek xwedî çandekê ye
Eger em zanabûna jinan a der barê ziman de bigirin dest, ji despêka avabûna civakê heta roja îro di nava hemû civakan de ji zimanê xwe yê resen re dibêjin zimanê dayikê. Ji ber ên ku destpêkê bi zarokan re diaxivin, peyv û hevokan çêdikin jin in. Ev zanabûn kesekî fêrî jinan nekiriye, yan ji cihekî negirtiye. Jin di xwezaya xwe de afirêner e. Çawa ku hemû zindiyên li ser rûyê erdê xwedî zimanekî bin, jina dayik jî xwedi vê taybetmediya xwezayê ye. Ev taybetmendî bi rêya jinan derbasî civakê jî dibe. Em nikarin jin û xwezayê ji hev cudatir binirxînin. Dema em zanabûna jinan a der barê çandê de bigirin dest, dibînin ku her civakek xwedî çandekê ye. Dema em dibêjin çand, hemû berhemên civakî yên hatine bidestxistin tê bîra me. Dema kesek jidayik dibe, heta dawiya jiyana xwe li gorî nirx û pîvanê civaka xwe tevdigere. Çand, di nava civakê de cara yekem bi destê jinan hatiye afirandin. Hemû nirxên ku heta roja îro di civakê de hatine afirandin em ji bo xwe çand dibînin. Ev bi destê jina dayik hatiye afirandin. Kilamên ku dayikan digotin yek ji van nirxên çandê ye. Jin bi zanabûna xwe ya xwezayê awaz û peyv didanê û bi saetan distiriyan. Her wiha jinan neqş çêkirin, teşî rêstin, merş çêkirin. Bi zanabûna xwe li ber rengê xwezayê şêwe dan û jiyan avakirin. Ev jiyan li gorî pîvanên wekheviyê ava dikirin. Dadweriya di nava civakê de bi hefsengiya xwezayê re dikirin yek û civakek demokrat ava dikirin. Em dikarin bibêjin ku şêweyê jiyana çandî pêşdixistin.
Êdi jin xwedî biryar e
Kedîkirina lawiran jî bi destê jinan pêş ket. Lawirên ku zilaman bi tîrê xwe qetil dikirin û dixwarin, jinan ew di mal de kedîkirin. Bi zanabûna ku ew lawir wê jiyana civakî hîn zêdetir hêsan bike ev gava girîng avêtin. Bi kedîkirina lawiran re fêrî çêkirina mast û penir jî bûn. Peydakirina havên a ku heta roja îro jî didome mirov ecêbmayî dihêle. Çawa di wan deman de bîra vê dibin û havên çêdikin? Ev hemû nîşaneyên berbiçav ên zanabûna jinan e. Gelek jin di wan deman de ji bo ji nexweşiyekê re giyayekî an jî dermanekî peyda bikin gelek tişt ceribandin û ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest dane. Lê bi van ceribandinan zanabûneke mucizeyî jî derdixistin holê.
Êdî jin xwedî zanist e
Bi armanca ku ji bo mirovahiyê her roj tiştekî nû keşf bikin di wan de meraqek bêdawî çêdibe, bi vê meraqê zanabûna wan pêş dikeve. Lê em di roja îro de dibînin ku li hemû qadên jiyanê, ev zanabûna ku bi keda jinan hatiye afirandin, bi destê zilam tê birêvebirin. Ê ku serdest e zilam e û bûye dizê zanistê. Wisa li jinan kirine ku di nav civakê de gelek caran jin bizane jî yan şerm dike yan jî newêre bibêje ku ez dizanim. Jin ji rastiya wê bêpar hiştine. Zilam vê zanabûnê li gorî berjewendiyên xwe li hemberî jinan bikar tînin. Hemû dîroka ku jinan bi zanabûna xwe, eşq û mereqa xwe hûnandiye û pêş xistiye îro kirine malê xwe. Heger heta îro hîn jî di malên me de hinek zanabûna çanda xwezayî hebe û dibe parçeyek ji jiyana me, bêguman ev berhemê keda jina dayik e. Ji bo ku ev dîroka winda bi zanabûneke rast derkeve holê û jin dîsa li zanista xwe ya xwezayî, li çanda xwe ya xwedawend vegere Rêbertî rêya zanista jinan ku hemû rastiya jinan digire nava xwe nîşan da. Ew mêjiyê ku bi qirêja sîstema kaptalîst hatiye xetimandin îro bi gavên zanista jinan jineolojiyê safî dibe û civakê ronî dike. Êdi jin xwedî zanist e û li her cihî xwedî biryar e.
Çavkanî: Newaya Jin