Desthilata AKP-MHP’ê ji 25’ê adara 2021’an ve destûr nade ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî bê girtin û tecrîdeke kûr dimeşîne. Her wiha bi Ocalan re tecrîd li dijî girtiyên li cem wî Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar re dimeşîne û destûr nade ku malbat û parêzerên wan jî bi wan re hevdîtin bikin. Bi vê polîtîkaya ku tê meşand 29 meh in bi hinceta “cezayên dîsiplînê” hevdîtina bi Ocalan û girtiyên li cem re tê astengkirin. Tecrîda li Îmraliyê li dinyayê jî deng vedaye û hefteya borî li paytexta Belçika Brukselê bi beşdariya 40 sendîkayên navneteweyî û rewşenbîran daxuyaniyeke hevpar hat dayîn. Di daxuyaniyê de bang li AKP-MHP’ê hat kirin ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin.
Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ozum Vûrgûn û Parezerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî, der barê tecrîda Îmraliyê de ji rojnameya me re axivîn û nirxandin kirin. Parêzer Vûrgûn, diyar kir ku giraniya tecrîda li Îmraliyê nîşan dide ku Tirkiye di hêla edaletê ve çiqasî qels e û wiha got: “Hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo pêkanîna dadmendiyê ku piştgirî dide guhertina rejîmê û qanûnên sûc ên dijminane, sedema girankirina tecrîdê ye. Armanca desthilatdariyê li vir şêwazeke siyasetê ye. Siyaseta ku li gorî nêrîna tûranîzmê tevdigere û li Tirkiyeyê bi pêş ve diçe.”
CPT armanca xwe ji bîr kiriye
Vûrgûn, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê baweriya gel bi edaletê nemaye û der barê hîskirina tecrîdê de ev tişt anîn ziman: “Weke me behs kir, tecrîd ji Girava Îmraliyê dest pê dike ji aliyê hemû gelan ve tê hîskirin û xesarê dide aştiya civakê. Divê em Tirkiyeyê vexwînin ku qanûn û pîvanên xwe yên hiqûqî yên gerdûnî bi cih bîne, heta di warê siyasî û qanûnî de jî zor lê bê kirin. CPT, komîteya ewropî ya pêşîlêgirtina îşkenceyê ye. Armanca hebûna wê weke ku ji navê wê diyar e; pêşîlêgirtina binpêkirinan e. CPT ji bo tecrîda Îmraliyê armanca xwe ya hebûnê ji bîr kiriye. Yek ji sedemên ku tecrîd girantir dibe jî ew e ku saziyên bi vî rengî çavên xwe ji binpêkirinên li Îmraliyê re digirin.”
Parêzer Cengîz Yureklî jî diyar kir ku ji bo şikandina tecrîdê wan gelek caran serî li Serdozgeriyê Bûrsayê dane lê tu bersiv nedane wan û wiha got: “Li gorî qanûnên înfazê yên Tirkiyeyê, parêzer neçar in ku bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin û ji bo nêrînê serî li dozgerî û rêveberiya girtîgehê bidin. Mafê parêzeran heye ku di roj û saetên kar de di her kêliyê de bi muwekîlên xwe yên mehkûm re hevdîtinê bikin. Ji bo serdanên malbatan jî heman tişt e. Lê belê li Îmraliyê rewşeke defakto ya li dijî hiqûqê hatiye afirandin. Ev rewş bi xwe berovajîkirina prensîbên bingehîn ên avakirina mafên mirovan e. Encama vê pêkanînê, îşkence û muameleya xerab e.”
Dema mijar dibe Ocalan…
Yureklî, destnîşan kir ku gelek caran hewl dane biçin Îmraliyê û zext û zordariyên li Ocalan têne kirin bidin rakirin lê hewldanên wan tên astengkirin û wiha axivî: “Ev li dijî zagon, pîvanên gerdûnî û nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne. Navxweyîkirina vê yekê yan jî paşxistina însiyatîfa pêwîst dê bibe sedema xemsariya li hember îşkenceya heyî. Ne tenê li pêş çavan, di heman demê de ji bo derbaskirina vê rewşa ku di her kêliyê de nikaribin agahiyê bi dest bixin jî însiyatîfek heye. Pêdivî heye ku mirov vê rastiyê baş zanibe ku her roj, her saet, her saniyeyek bi vî rengî derbas dibe. Dikare bibe sedema rewşên nayên sererastkirin jî. Serlêdanên me yên ji bo gelek rayedaran, ji rayedarên herêmî heta mekanîzmayên serlêdana takekesî, bênavber berdewam dikin. Der barê kesên têkildar de jî giliyên me yên sûc hene. Dema ku mijar dibe birêz Ocalan, mêjiyekê li dijî hemû pêkanînên hiqûqî derdikeve pêş û nahêle em tu encamekê bi dest bixin.”
Serdanên CPT yên li Îmraliyê
Di berdewama axaftina xwe de Yureklî, bal kişand ser rewşa Ocalan û CPT’yê ku bû çend caran tê serdana Îmraliyê û wiha got: “CPT raporên xwe yên van serdanan di dîrokên cuda de aşkera kir. Di van raporan de çavdêriyên rewşa li Îmraliyê hatin vegotin û ji bo başkirina şert û mercan pêşniyar hatin kirin. Lê dema em li rewşa heyî û berdewamiya tecrîdê dinêrin, diyar dibe ku li Îmraliyê xebateke bibandor nîne. Lê CPT ji ber ku saziyeke dikare biçe Îmraliyê û raporên xwe ji raya giştî re aşkera bike, hîn jî muxatabê me yê sereke ye. Serdana dawî di îlona 2022’yan de bû. Lê bi hinceta ku hikûmetê hê jî erê nekiriye rapora xwe aşkera nekir. Ji ber vê yekê em nizanin li Îmraliyê çi diqewime. Em jî tenduristî û şert û mercên muwekîlên xwe nizanin. Helbet mafê CPT heye ku tevî hikûmetan raya giştî agahdar bike. Kirina vê jî pêwîstiya nirxên wê yên damezrîner û erka ku li ser navê mafên mirovan girtiye ser xwe ye. Lê em dibînin ku di şexsê birêz Ocalan de vê wezîfeya xwe kiriye qurbana siyasetê.”
Qedexekirina jibîrkirinê
Yureklî, di dawiya axaftina xwe de li ser dayîna cezayên dîsîplînê rawestiya û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi hinceta ku cezayê dîsîplînê yê nû heye 3 mehan carekê mafê hevdîtina Ocalan û malbatên din tê astengkirin. Ji aliyekî ve hevdîtinên parêzeran 6 mehan carekê bi biryarên nû tên astengkirin. Di qanûnê de xaleke ku nêrîna parêzeran bi tevahî qedexe bike tune ye. Ev biryara qedexekirina navan û jibîrkirina kesan e. Tê wê wateyê ku danûstendin di bin şert û mercan de pêk tên. Lê belê ew van biryaran bikar tînin da ku nêrînên parêzeran bi temamî asteng bikin. Berdewamiya cezayên dîsîplînê ku rê li ber mafên hevdîtina malbatê digire û ji ber vê yekê jî qutkirina hemû têkiliyên bi cîhana derve re li dijî hemû rêziknameyên îdamê yên neteweyî û navneteweyî ye. Wekî ku min got, serlêdanên me hem ji hiqûqa neteweyî hem jî ji rayedarên navneteweyî re hene. Lê derbaskirina tecrîda li Îmraliyê tenê bi berpirsyariya parêzeran û çarçoveya pêvajoyên hiqûqî nayê kêmkirin. Her kesê ku alîgirê azadî û mafên mirovan e, divê îtîrazên xwe bi vê hişyariyê bilind bike ku ev bêhiqûqî di dawiyê de bandorê li ser wan dike û dê bandorek girantir li ser wan bike.”