Êrîşên hewayî yên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di şeva 19’ê mijdarê de dabûn destpêkirin, berdewam in. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku teqîna li Stenbolê ji bo êrîşa li dijî kurdan weke hincet nîşan da û êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, di êrîşên xwe de çekên kîmyewî bi kar anîn. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di bîlançoya ku aşkera kiribû de diyar kir ku dewleta tirk li gundê Tatmeraş ê li başûrê Efrînê çekên kîmyewî bi kar anîn.
Dewleta tirk di êrîşên xwe de nexweşxane, bîrên petrolê, îstasyonên sotemeniyê, embarên genim, dibistan û gelek qadên sivîlan hedef girtin. Di nava 48 saetan de zêdetirî 40 cih bûn hedefên êrîşên dewleta tirk û di nava 48 saetan de herî kêm 7 sivîl hatin qetilkirin. Her wiha baregeha Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li bakurê Hesekê ji bo operasyonên li dijî DAIŞ’ê tê bikaranîn û şervanên Yekîneyên Antîterorê (YAT) ên ku baregeh hedef girt û di encamê de 2 şervanên YAT’ê jiyana xwe ji dest dan.
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî di vê navberê de diyar kir ku dê êrîşên wan bidomin û îşareta êrîşeke ji bejahî ve da. Piştî van gefên Erdogan, yek ji mijarên tê mereqkirin jî helwesta HSD’ê ye ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî girêdayî wê ye.
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.
Sivîl ji DAIŞ’ê parastine
Nûrî Mehmûd, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser teqîna li Taksîmê û ev agahî dan: “Dema Erdogan diçû civîna G20’ê ev teqîn hat kirin. 3 birayên wê jinê di nava DAIŞ’ê de mirine. Birayekê wê jî li herêmên dagirkirî bi îstîxbarata tirk re dixebite û di nava bermahiyên El Qaîde û DAIŞ’ê de peywirdar e. Lewma jî ev teqîn weke çalakiyeke îstîxbarata AKP-MHP’ê tê dîtin. Erdogan di van demên dawî de di bin navê penabertiyê de terorîstan dişîne Ewropayê. Her wiha têkiliyên wê yên bi Rûsyayê re hene ku li ser mijara dexl pêş xistine. Wisa xuya dike ku gefa terorê li welatên NATO’yê xwarine û neçarî hinek peymanên veşarî kirine. Lewma jî ev teqîn bo xwe kir hincet û dixwaze bi vê hincetê rêveberiya xweser birûxîne. Ji bo projeyên xwe yên cîhadîst, rêveberiya xweser bo xwe weke gefeke mezin dibîne. Me berê jî got ku hêzên me teqîna li Taksîmê nekirine. Bi rêya îstîxbaratê dikare êrîşeke wisa bê kirin û rê jê re hatiye vekirin. Di şerê me yê li dijî DAIŞ’ê de hemû dinyaye em şopandin. DAIŞ’ê sivîl weke mertalên zindî bi kar di anîn û ji bo ku ziyan negihije sivîlan me bi mehan planên xwe paşve dixistin. Ên ku sivîl herî zêde ji DAIŞ’ê parastin, em bûn. Di vê mijarê de bi hezaran rapor hene.”
Kobanê ji bo parastina cîhanê ber xwe daye
Di berdewamiya axaftina de Mehmûd, bal kişand ser helwesta Koalîsyona Navneteweyî, DYA û Rûsyayê ya li hemberî êrîşên dewleta tirk û ev tişt anî ziman: “Desthilatdariyên li cîhanê ji berjewendiyên gel û welatê xwe zêdetir, ji bo berjewendiyên xwe siyasetê dikin. Lewma kesekî mîna Erdogan radigirin. Gelên li wir cuda difikirin lê desthilatdarî bi rehetî bi Erdogan re peymanan îmze dikin. Piştre jî nikarin xwedî li peymanan derkevin. Daxuyaniyên wan pir qels dimînin. Li gel teknîka herî pêşketî û piştgiriya NATO’yê jî, artêşa tirk di dirêjahiya 30 km’an ên sînor de nekarî li tu noqteyên leşkerî bixe. Bi temamî saziyên tenduristî, perwerde û aboriyê hedef girt. Welatiyên sivîl kir hedef. Dewletên garantor jî li vir in lê bêdeng dimînin. Weke ku kuştina sivîlan tiştekî asayî be, weke ku kuştina gelê kurd û gelên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tiştekî asayî be û weke ku cihê wan di nava rêgezên hiqûqa cîhanê de nebe tevdigerin. Daxuyaniyên wan di vê çarçoveyê de ne.
Di demên berê de dema DYA’yê xwe ji vir vekişandî, gelên cîhanê bertekên mezin nîşandan. Lewma Trump gav paşve avêt. Lê dema xwe ji Iraqê vekişandî tu bertek nehatin nîşandan. Çima? Ji ber ku xuya bû ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî terora cîhanî şer dike. Xuya bû ku tekane cihê ku rûmeta mirovahiyê û mirov lê tên parastin û ji bo vê berxwedan tê raberkirin e. Lewma cîhan li dora Kobanê bû yek û DAIŞ tune kir. Ev pergala ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de ji wijdan û exlaqê civakê ava bûyî û ji bo jiyaneke azad û birûmet pêş dikeve, niha di hedefa Erdogan de ye û dixwaze tune bike. Heke îro pir qels jî bin hinek daxuyanî li cîhanê bên dayîn, sedema wê xwedîderketina civakên cîhanê ya li Kobanê ye. Kobanê, ne mîna Efxanistan an jî Iraqê ye. Gelê Kobanê, şerê xwe yê rûmetê da û her wiha ji bo parastina cîhanê jî li ber xwe da.”
Ev şer dê herî zêde ziyanê bide Tirkiyeyê
Mehmûd, bal kişand ser gefên Erdogan û wiha domand: “Erdogan li gorî xwe dibêje ku di dema êrîşên li dijî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê de ‘serkeftinên mezin’ bi dest xistine. Wê demê me bi hêzên koalîsyonê re tenê li dijî DAIŞ’ê şer dikir û bala me li ser wî şerî bû. Ji ber ku em li bendê nebûn ku dewleteke NATO’yê êrîşî me bike. Her wiha tecrûbeya me jî tune bû. Lê piştî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê me tecrûbe girt. Em dibînin ku di roja 4’emîn a êrîşan de li gel ku Erdogan bi teknolojiya herî pêşketî êrîş dike jî tu tiştek bi dest nexist. Nekarî ziyanê bide leşkerên me û êrîşên wan vala derketin. Me teknolojiya di destê dewleta tirk de vala derxist. Bila gelên Tirkiyeyê xwedî li zarokên xwe derkevin. Em naxwazin ji xaka Rojava bo wan cenazeyan bişînin.
Ev desthilatdarî zarokên gelan dişîne mirinê. Ew teknîk di destê me de nîne ku rê li ber êrîşên hewayî bigirin lê ji hêla bejahî ve em gelekî şervan in. Ne tenê şervan, her wiha em gelekî wisa ne ku ji bo rûmet û azadiya xwe têbikoşin. Mirin, bo me êdî têgehekî rast nîne. Em ê bi ser kevin. Ez vê ji bo gelên Tirkiyeyê dibêjim; Erdogan dixwaze Tirkiyeyê têxe nava aloziyê. Dê ev şer li gel gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herî zêde ziyanê bide gelên Tirkiyeyê. Civaka li vir ji bo azadiya xwe têdikoşe û ji bilî rûmeta xwe tiştekî ku winda bikin tune ye.”
DAIŞ dixwaze xwe ji nû de biafirîne
Di dawiya axaftina xwe de Mehmûd, destnîşan kir ku armanca wan nîne ku di nava xaka Tirkiyeyê de şer bikin û wiha axivî: “Em, di çarçoveya parastina rewa de şer dikin. Armanceke me nîne ku li nava xaka Tirkiyeyê êrîşan pêk bînin. Lê em tu êrîşan jî bêbesiv nahêlin. Çeteya Erdogan, Soylu û Akar, destûrê dide ku li başûrê Kurdistanê êrîşên bi çekên kîmyewî bên kirin. Me ev dît. Çekên kîmyewî bi kar anîn û cenazeyên xwe şewitandin. Çima bi kar tîne? Ji ber ku têkçûyî ye. Ev çar roj in bi çekên herî pêşketî êrîş dikin lê tenê ziyanê didin sivîlan. Mîna cinawirekî ku zehmetiyê dikişîne, tişta ji dest tê dike. Piştî van êrîşan, DAIŞ’iyên di girtîgehên me de hewl didin xwe birêxistin bikin. Xuyaye ku DAIŞ ji bo ku dîsa motîve bibe û xwe jinûve biafirîne, di nava amadekariyan de ye.”