22 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Mehmet Şîrîn Bozçali piştî 33 salan tehliye bû

Mehmet Şîrîn Bozçali yê ku piştî 33 salan ji Girtîgehe Bolûyê tehliye bû, li bajarê xwe Edeneyê hat pêşwazîkirin

Mehmet Şîrîn Bozçali ku di 22yê Tîrmeha 1992yan hate girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê ve bi îdiaya  “xirakirina yekitî û yekparetiyaya dewletê” cezayê muebedê lê hatibû birîn, piştî 33 salan ji Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tehliye kirin. Bozçali, nexweşê Hepatît B’yê ye û ji ber ferzkirina “poşmaniyê” qebûl nekiribû, tehliyeya wî ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê 2 caran hatibû astengkirin.

Bozçali, piştî ku tehliye bû derbasî taxa Gulbahçe ya Seyhan a Edeneyê bû. Bozçali, li vir ji aliyê rêvebirên Şaxa Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Akdenîzê (AKKAY-DER) ya Edeneyê, Şaxa Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Edeneyê û malbata xwe ve bi kulîlkan hate pêşwazîkirin.

Bozçali, spasiya kesên ku pêşwaziya wî kiribûn kir û qala Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir. Bozçali, destnîşan kir ku bi rakirina tecrîdê û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan ve demokratîkbûna welat pêkan e û ev tişt got: “Bi qasî nan û avê pêdiviya welat bi demokrasî û aştiyê heye.”