Di ser kuştina Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) ê Mêrdînê Mehmet Sîncar û Rêveberê DEPê yê Êlihê Metîn Ozdemîr re 32 sal derbas bûn. Sîncar û Ozdemîr, ji bo li cihê ku endamên Meclisa Partiyê ya DEPê Habip Kiliç û Hîkmet Kiliç lê hatin kuştin lêkolinan bikin çûbûn Êlihê. Sîncar û Ozdemîr, di 4ê Îlona 1993yan de di êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dan. Piştî kuştina Sîncar û Ozdemîr li bajêr derketina derve hat qedexekirin. Wezîrên wê demê Necmettîn Cevherî û Mehmet Golhan, derpêş kirin ku berî 24 saet biqedin kiryar hatine zevtkirin. Paşê serokwezîra wê demê Tansu Çiller, ragihand ku kiryar hatine zevtkirin. Lê belê, Midûrê Giştî yê Polisan Mehmet Agar got, “Her tiştî herimandin. Em hinekî bêdeng bin.” Agar bi vê daxuyaniya xwe daxuyand ku kiryar nehatine zevtkirin.
Qezaya Sûsûrlûkê
Tûgayên Tolhildanê yên Tirk (TÎT) kuştina Sîncar û Ozdemîr hilgirtin ser xwe. Bi bûyera ku di 3yê mijdara 1996an de li navçeya Sûsûrlûk a Balikesîrê qewimî û wekê “Qezaya Sûsûrlûkê” hat binavkirin re, geşedanên nû çêbûn. Di rapora ku wê demê der barê bûyerê de hat amadekirin, hat diyarkirin ku Mehmet Sîncar û Metin Ozdemîr, ji aliyê Mahmût Yildirim ê bi koda “Yeşîl” û Alaattîn Kanar, Îsmail Yeşilmen û Mesut Mehmetoglû ve hatine kuştin.
Lê belê ne ji avakarên JÎTEMê Mahmut Yildirim hat dîtin ne jî kesên navborî. Der barê Cihan Yildizê ji Hîzbullahê girtî û Ejder Arpa heya niha nehatiye dîtin, doz hat vekirin. Li Cihan Yildiz cezayê muebedê hat birîn û dosyeya Arpa jî hat veqetandin. Di sala 2019an de Yildiz di çarçoveya jinûvedarizandinê de careke din hat darizandin. Dadgeha Cezayê Giran a 6an a Amedê di 2yê cotmeha 2019an de der barê Yildiz de biryara berdanê da. Danişîna doza ya din dê di 29ê kanûnê de bê lidarxistin.
Hevjîna Mehmet Sîncar, Cihan Sîncar, anî ziman ku bûyera qewimiye ji bo wan êş û bedêleke mezin e. Cihan Sîncar got: “Ew ji bo demokrasî, wekhevî, azadî û aştiyê xebitî. Gel jî ji bo vê ew hilbijartibû. Mehmet jî dizanibû ji bo çi hatiye hilbijartin û ji bo çi têdikoşe. Sozek dabû gelê xwe. Lewma tim di nava gel de bû. Peywira xwe kir. Berpirsiyariyeke mezin ji me re hişt. Parlamenter bû. Parlementer bû, lê parlemento heya nîha jî bo dîtina kiryaran tu tîştek nekiriye. Gelê me û çapemeniya azad têkoşiya. Ew bûn dengê me, dengê gel. Em li vê pêvajoyê û li xwe jî bi vî awayî mêze dikin. Heya ji destê me tê em têdikoşin. Hîn kes bixwazin û nexwazin jî em ê dest ji vê rêyê bernedin.”
Cîhan Sîncarê bilêv kir ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê sibatê de, ew hîn bêtir nêzî aştî, demokrasî û wekheviyê ya ku Mehmet Sîncar û hevalên wî xeyalên wê dikirin bûne. Cîhan Sîncarê destnîşan kir ku ji bilî aştiya li Rojhilata Navînê tu bendewariyeke wan tune ye.
Cîhan Sîncarê bal kişand ser komisyona ku li meclisê hatiye avakirin û got ku bi hin pêkanînên xwe dibe cihê nebaweriyê û ji bo vê îşaret bi astengkirina kurdî ya Dayikên Aştiyê kir. Cîhan Sîncarê got: “Ê me jî xetên me yên sor hene. Tevî vê jî em ji bo aştiyê û demokrasiyê têdikoşin. Em ji xwe, ji partiya xwe û ji Rêberê xwe bawer in. Em ê di şexsê Mehmet Sîncar de ji bo hemû kesên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane li ser pêyan bin û bitêkoşin.”
ÇAVKANÎ: AJANSA MEZOPOTAMYA